Fîlmên dirêj ên cîhanî dê li Duhokê bên pêşandan!

Fîlmên dirêj ên cîhanî dê li Duhokê bên pêşandan!

Li bajarê Duhokê ji aliyê rêveberiya 7.mîn festîvala Duhokê ya navnetewî ve dê 4 fîlmên dirêj ên xelatên cîhanî wergirtine bên pêşandan.

A+A-

Li bajarê Duhokê ji aliyê rêveberiya 7.mîn festîvala filman a Duhokê ya navnetewî ve dê 4 fîlmên dirêj ên xelatên cîhanî wergirtine bên pêşandan û rêveberiya festîvala navnetewî ya 7.mîn a Duhokê derbarê naveroka fîlmên cîhanî yên xelat wergirtine û bên pêşandan de daxuyaniyek belav kir.

Beşê Filmên Dirêj ên Cîhanî di gera ev sale ya festîvalê da dê çar filmên dirêj ên hêja pêşkêş bike. Di du salên borî de, wan filma beşdarî di gelek filmefestîvalên nêvdewletî kirîne û çendîn xelat wergirtîne. Her ji Amirîka Latînî, bo Ewrupa û heta digehe Rûsya û Çînê, ev gulbijêre bo me‌ çîrokên karîger liser rûdanên dîrokî û serdem vediguhêzin. 

filmê AYKA (2018) berbijarê xelatê Palma Dûr bû li Kanê li 2018 û ji derhênana Sêrcî Didrutsêvuwî ye. Rûdanên vê filmê liser jineka Kirgizîstaniye û pêkulên wê bo liser- jiyanmanê piştî dest ji zarokê xwe yê sawa berdide. Samal Yeslîmuyava aktora serekiya vî filmê xelata Baştirîn aktora keç li Kanê bi wê rolê ve bidest xist.

Filmê BIRDS OF PASSAGE (2018) ji derhênana Sîru Gwêra û Kirîstiyanu Galîgu ye û bas li dîroka madên hişber li Kolombiyayê li salên 1970 dike, di navbera binemalên Wayû û gencên Amirîka de. Di vê filmê da, çavbirsîtî, hewes û şeref bi yek dikevin û dibine egerê destpêka birakujiyekê. Ev filme jî li Kanê li 2018 hatibû nîşandan û heta niha gelek xelat bidestxistîne, mîna xelatê Başitirîn Senaryo li Filmefestîvala Qahîre ya Nêvdewletî.

Filmê agehdarî ANNOUNCEMENT (2018) ji derhênana Mehmûd Fazil Coskun e. Ev filme ji janrayê komêdiya tarî ye û têda bahs li çîroka çar serbazên turk diket di şeva dumahiya serbaziya wan de. Bu yekemîn car ev filme li Filmefestîvala Vênis ya Nêvdewletî de hatibû nîşandan.

RAGE (2018) ji derhênana Sêrxiyu Tirêfutî ye. Ev filme ji romana klasîka Manwêl Da Funêska, Seara de Vento, hatiye wergirtin. RAGE bas li çîrokên birsê û îstîxlalê li salên 1950 li Başurê Portugalê diket û yekem nimayîşa wê li Filmefestîvala Moskow a Nêvdewletî bû.

Festîvala 7.mîn a navnetewî ya Duhokê bi sponseriya kanala televîzyonê ya K24ê ve tê birêve birin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin