Fîlma Solîn Yûsifê li Berlinaleyê ye: Behsa keçeke Kurd a ji Kobaniyê dike

Fîlma Solîn Yûsifê li Berlinaleyê ye: Behsa keçeke Kurd a ji Kobaniyê dike

.

A+A-

74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê li Berlîna paytexta Almanyayê berdewam dike.

74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê 15ê Sibatê dest pê kir û dê heta 25ê Sibatê berdewam bike.

Di çarçoveya festîvalê de dê nêzikî 200 fîlm bên nîşandan.

Fîlma derhênera Kurd a ji Dihokê Solîn Yûsifê ya bi navê Sieger Sein (Serkeftî Be) jî beşdarî Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê bû.

Fîlma Sieger Sein (Serkeftî Be) behsa keçek û malbateke Kurd a ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê dike.

Qehremana fîlmê keçeke ji Kobaniye Mûna ye û malbata wê ji ber şer koçî Almanyayê kiriye.

Destpêkê zehmetiyên mezin dibîne, ziman, derdor her tişt jê re biyanî ye, nikare bi civaka nû re entegre bibe, piştre bi rêya futbolê derbasî nava wê civaka nû dibe.

Dema ku malbata Mûna koçî Almanyayê dike ew 11 salî ye, dibistana seretayî dixwîne, bi Almanî nizane lê baş bi futbolê dilîze.

Mamostayê wê pê dihese ku ew lîstikvaneke zîrek e, wê dixe nav grûpeke futbolê û piştre êdî rewşa wê baş dibe.

Solîn Yûsif tekane derhênera Kurd e ku fîlmeke wê di 74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê tê nîşandan.

Tîma Rûdawê jî vê çalakiya girîng a çandî li cih dişopîne.

Rêvebera Giştî ya Berlînaleyê Mariette Rissenbeekê diyar kiribû ku ew ji ber eleqeya ku ji festîvalê re tê nîşandan kêfxweş in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin