ALMANYA - Derbarê Kurdan û mixalefeta Îranê biryarek hat dayîn

ALMANYA - Derbarê Kurdan û mixalefeta Îranê biryarek hat dayîn

.

A+A-

Parlamentoya Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê projebiryareke ji bo piştgiriya tevgera demokrasiyê ya li Îranê û parastina penaberan pesend kir.

Alîkara Serokê Parlamentoyê Bêrîvan Aymazê ragihand, "Divê ewlehiya mixalefeta Îranê û Kurdan a li Almanyayê bê parastin."

Parlamentoya Eyaleta Nordrhein-Westfalenê ku eyaleta herî mezin a Almanyayê ye, li ser pêşniyarnameyeke taybet a ji bo piştgiriya tevgerên demokratîk ên li Îranê û parastina penaberên wî welatî yên li Almanyayê deng da.

Projeyê ji aliyê partiyên demokrat ve piştgiriyeke xurt wergirt.

"Divê em ewlehiya mixalefetê biparêzin"

Alîkara Serokê Parlamentoyê Bêrîvan Aymazê ku bi xwe Kurdeke ji Bakurê Kurdistanê ye, di gotarekê de tekezî li ser girîngiya piştgiriya ji bo xelkê Îranê û bi taybetî jî Rojhilatê Kurdistanê ya di têkoşîna wan a ji bo azadî û mafên mirovan de kir.

Bêrîvan Aymazê ji Rûdawê re got, "Divê em careke din amaje bi wê yekê bikin ku êdî dema wê hatiye em girîngiyê bidin xelkê nav Îranê, bi taybetî jî ew komên ku herî zêde di bin metirsiyê de ne, wekî Kurd û girtiyên siyasî.

Ev di pratîkê de tê wê wateyê ku divê em ewlehiya mixalefeta Îranî û Kurdan a li vir biparêzin ku ji bo Îraneke pirreng, azad û aştîxwaz dixebitin, da ku bikaribin li vir bi ewlehî karên xwe bikin."

Aymazê her wiha xwest ku biryara rawestandina vegerandina penaberan a ku li Eyaleta Nordrhein-Westfalenê tê bicihanîn, bibe biryareke li seranserê Almanyayê û got, "Di vê demê de nabe ti kes ji bo Îranê bê vegerandin."

Daxwaza piştgiriyê ji Almanyayê

Piştî civînê, hejmarek ji nûnerên rêxistin û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, di nav wan de Nûnera Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) Nermîn Osmanî û Nûnera Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Soheyla Babek, bi Bêrîvan Aymaz û parlamenteran re civiyan.

Beşdaran ji Almanyayê xwest ku piştgiriyeke siyasî ya zêdetir bide wan û parastina yasayî ji bo wan penaberên ku ji ber çalakiyên siyasî berê xwe dane wî welatî dabîn bike.

Ji bo Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, nakokiyên li Îranê ne tenê şerê ji bo mafên bingehîn e, di heman demê de têkoşîna ji bo nasnameya neteweyî û çandî ye jî.

Ev pêngava parlamentoyê nîşan dide ku navendên siyasî yên Almanyayê naxwazin çavê xwe li hemberî binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê bigirin û dixwazin berpirsyariya xwe ya di parastina mixalefet û penaberan de bi cih bînin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin