Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

.

A+A-

 Rêveberiya Xweser bi helkefta Cejna Newrozê û Cejna Remezanê biryara efûyeke giştî da.

Rêveberiya Xweser derbarê biryarê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, ji bo tawanên ku berî 18ê Adaran 24an hatine kirin efûyeke giştî hatiye derxistin

Kî dikare ji efûyê sûd wergire?

Di daxuyaniyê de kesên ku dê ji efûyê sûdê wergirin li gorî xalan wiha hatine rêzkirin:

Xala 1em:

Di rewşên binpêkirin û sûcên sivik de:

a) Cezayê tevahî ji bo binpêkirinan

b) Cezayê tevahî ji bo sûcên sivik

Xala 2yem:

Di sûcên giran de:

a) Cezayê tevahî di rewşa devjêberdana mafê kesane, lihevhatinê yan jî nebûna dozekê de.

b) Nîvê ceza di rewşa dozeke şexsî de (ango dev ji mafê şexsî nehatibe berdan).

Efû ji bo kê nîne?

Li gorî xala 3yem a daxuyaniyê, kesên ku sûcên li jêrê kirine dê ji efûyê sûdê wernegirin:

a) Sûcên terorîstî yên ku bûne sedema mirina mirovan.

b) Mehkûmên ku xwe vedişêrin û ji edaletê reviyane, heta ku di nav 60 rojî de ji roja derxistina vê qanûnê xwe radest nekin.

Mercên din ên efûyê

Her wiha li gorî xala 4em divê şertên li jêrê jî bên bicihanîn:

a) Divê kesê mehkûm pere, tezmînat û erkên pêwendîdar bide dozger yan jî wî razî bike, yan jî divê gilîker dev ji mafê xwe yê şexsî berde.

b) Divê gilîker di dozên kuştinê de dev ji mafê xwe yê şexsî berde.

Li gor biryara Rêveberiya Xweser ev yasa ji roja hatiye ragihandin ketiye ware cîbicîkirinê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin