Niyazî Pîro

Niyazî Pîro

Hemû nivîsên nivîskar >

Ez Firat û Dijle me!

A+A-
Ez Firat im
tim dibim sêlav
ez Dijie me
tim dibim tîjav
ne çend sedsal
ne çend hezar sal
çend hezar sal û çend hezar sal
şev û roj dihiriqim
tucar nemame bê av.
Ez Firat im
ez Dijle me
Dinya dizane ez kîme.
 
Çavkanîyêmin berfên çiya
navendêmin Mezopotamya
ez im dergûşa Dinya
ez im dîroka Dinya
kesên nezan nizanibin jî
zane dizanin ez kî me.
 
Li Bakurê derdikevim
bi çiyayan reqs dikim
silav didm deşt û zozanan
avaxwe didim başûr
li Besrayê dibim Derya
kesên ker û kor nizanibin jî
zanist dizanin ez kî me.
 
Ez Firat im
ez Dijle me 
çax a ewil jî hebûm
niha jî heme
nas nekin jî
înkar bikinjî
hemû ol û felsefe
dizanin ez kî me,
Ez Firat û Dijle me.
Önceki ve Sonraki Yazılar