ENKS: Bila rêveberiya herêma ewle di destê xelkê de be

ENKS: Bila rêveberiya herêma ewle di destê xelkê de be

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigehîne, avakirina rêveberiyeke hevbeş li rojhelatê Feratê, dê bikaribe pêşiya gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bigre.

A+A-


Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigehîne, avakirina rêveberiyeke hevbeş li rojhelatê Feratê, dê bikaribe pêşiya gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bigire.


Derbarê gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, endamê desteya serokatiya ENKSê Nihmet Dawûd ji K24ê re got, gefên Tirkiyê di demekê de tên, niha pirsa avakirina herêma ewle di navbera Amerîka û Tirkiyê de tê guftûgokirin û Tirkiye bi van gefan dixwaze hin mercên xwe bi aliyê beramber bide qebûlkirin.


Nihmet Dawûd her wiha got: Em dixwazin herêma ewle ew di bin rêveberiya xelkê deverê de be û wan biparêze û piştrastiyê jî li cem welatên cîran çêbike, ku ev dever ti metirsiyê li ser wan çêneke. Heta ev dever bê avakirin jî, divê di bin çavdêriya hêzên navdewletî de be.


Wî berpirsê ENKSê da zanîn, Amerîka dixwaze çareyekê ji metirsiyên Tirkiyê re bibîne û ew yek jî tenê bi avakirina rêveberiyeke hevbeş ji hemû pêkhateyên navçeyê re dibe û dê bibe cihê rihetiyê li cem hemû aliyan.
Bi gotina wî siyasetmedarê Rojavayî, ENKS wek hêzeke siyasî di nava piroseya siyasî de û bi hêza xwe ya serbazî (Pêşmergeyên Roj) ya ku bi ti aliyekî re neketiye nakokiyan, dikare bi pêkhateyên din re kar bike û bi awayekî erênî rola xwe bibîne.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin