Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê

Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê

.

A+A-

Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku şandina leşkeran a Ukraynayê ji bo wan bijardeyek e.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Berlînê bi Serokwezîrê Almanyayê Almanyayê Olaf Scholz û Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk re civiya.

Macron bal kişand ser şerê li Ukraynayê û da zanîn ku şandina leşkeran a Ukraynayê ji bo wan bijardeyek e.

“Serdemeke nû dest pê dike”

Emmanuel Macron destnîşan kir ku serdemeke nû dest pê dike û pê de çû:

“Ev demeke cidî ye. Serdemeke nû dest pê dike. Ez û hûn, em her sê derbarê Ukraynayê de hevbîr in ku divê alîkariya wî welatî bikin.

Li gorî min alîkariya Ukraynayê, şandina hêzên welatên Yekîtiya Ewropayê ya eniya şer jî di nav de şêwaza hemû alîkariyan derdixe pêşberî me.”

Heta niha ji nava 27 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) Spanya, Çekya, Polonya û Almanya bi eşkereyî li dijî şandina hêzên serbazîne ne.

“Nabe ku pê li axa Ukraynayê bikin”

Serokwezîrê Almanyayê Almanyayê Olaf Scholz 27ê Sibatê ragihandibû:

“Me derbarê çawaniya rêkxistina alîkariyên ji bo Ukraynayê gotûbêj kir lê belê ew rêkxistin nayê wateya şandina hêzên serbazî.

Nabe hêzên Yekîtiya Ewropayê û NATOyê pê li axa Ukraynayê bikin. "

Hêza leşkerî ya Yekîtiya Ewropayê, destpêka şerê Ukrayna û Rûsyayê erka parastina beşeke ji sînorê Ukayna û Belarûsê li xwe girtibû.

Herwiha ev hêz zanyariyên îstixbaratî dide Kievê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin