'Emîrê DAIŞê yê Amedê' li xwaringehekê hat girtin

'Emîrê DAIŞê yê Amedê' li xwaringehekê hat girtin

Li Amedê kesek bi navê Nîhat Turan bi îdiaya ku berpirsê DAIŞ'ê yê Amedê ye, duh li navçeya Peyasê ya Amedê hate desteserkirin.

A+A-

Li gor agahiyên ji medyayên Tirkiyê ve, ew kesê navborî li xwaringeheke navçeya Peyasê bi tometa endambûna di rêxistina DAIŞê de ji aaliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatiye desteserkirin.

Lêpirsîna bi wî re li Rêveberiya Polîsê Amedê berdewam dike.

Medyayên Tirkiyê belav kirine, ku Nihat Turan pêştir du caran di salên 2015 û 2017 de hatibû girtin û piştre hatibû berdan.

Dadgeha Cezayên Giran a Mersînê pêştir derbarê wî kesî de bi tometa endambûna di rêxistina terorîstî de biryara lêgerîn û desteserkirinê dabû û 6 sal û 3 meh cezayê zindanê li wî hatibû birîn.

Medyayên Tirkiyê amaje bi wê yekê kirine, Nihat Turan ku wek Emîrê DAIŞê yê li Amedê tê naskirin, girêdayî wê tora 13 kesî ya DAIŞê ye ku pêştir di operasyoneke hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de hatibûn girtin.  

Di 26 Cotmeha 2015 de, hêzên polîs ên Tirkiyê li Amedê bi ser malekê de girtibûn ku endamên DAIŞê lê bûn û di encama pevçûna navbera hêzên polîs û endamên DAIŞê de, 2 polîs û 7 endamên DAIŞê hatibûn kuştin.

Bi gotina polîs, wan endamên DAIŞê amadekarî bo encamdana êrîşekê li Peyasê dikirin.

Piştî wê bûyerê, hêzên polîs ên Tirkiyê 18 kes desteser kiribûn, ku 16 kes ji wan bi tometa endamîtiya DAIŞê yan alîkariya bo wê rêxistinê biryara girtinê di derheqê wan de hatibû dan, ku yek ji wan Nihat Turan bûye.

Piştre di 20ê Hezîrana 2017 de bi biryara dadgehê, Nihat Turan bi şertê dadê hatibû berdan. Li gor medyaya Tirkiyê, piştre dîsan derheqê wî de biryara girtinê hatibû dan û demekê piştre di 12ê Kanûna 2017 de careke din hatibû berdan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin