Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ehmedê Xanîyê Tirk: Sosyolog Dr. İsmail Beşikçi

A+A-

 

Dr. İsmail Beşikçi, di roja 07.01.1939an da li İsklip a girêdayê bajarê Çorumê hatîye dinê. Bavê wî Hüsnü Beg, di 1899an da hatîye dinyayê û di salên 1919-1921 û 1923-1930yan da wek mamosta xebitîye. Dayîka wî Zahide Xanim, jina malê û dayîka 4 zarûkan bûye. Birayê wî yê mezin Vasfi û yê dî Muhittin e. Xwişka wî ya mezin jî Sati Xanim e. Yanî mamosta Beşikçi, biçûkê malê ye û xwedîyê du bira û xwişkêk e. Beşikçi, jibo xwendina bilind di

1958an da mafê wergirtina Bursê qazanc dike. Beşikçi, xwendina xwe ya li Zanîngeha

Ankarayê ya Fakulteya  Zanyarîyên Siyasi (kurtîya tirkîya wê SBF) di 1962an da temam dike.ghgf.jpg

Lê ew di havîna 1960an da jibo staja xwe bike, dihere bajarê Xarpêtê û cara ewil li wir rastê kurdan û civata kurdî tê ku ev jibo wî adeta dibe qonaxeke nû yê jîyanê. Beşikçiyê Xoşevîst, di navbera salên 1958-1962yan da, yanî dema li ankarayê li zanêngehê xwendekar bûye; di derbarê kurdan da gotinên ku bihîstîye ev bûne: ”Kurd, tune, zimanekî wek kurdî tune ye. Kurd, tirk in. Kurd, ji ber tirkbûna xwe bextewar in.” Gelek zelal e ku van çîrokan, li ser bingehê propagandayê şîn bûne. Di wan salan da bi tabîra mamosta Beşikçi; di derbarê AntiKurdolojiyê da kitêb û weşanên cuda di dezgahên perwerdeya tirkî da, di zanîngehan da dihatin belavkirin û di hemî qadên jîyanê da, di çapemenîyê da propaganda wan dihat meşendin. Stajerîya Beşikçi  li Xarpêtê, wek stajerîya qaymakamekî bûye. Ew bi xwe dibêje ku dema şolên gundîyan jibo erdan û wd çêdibûn, ew jî digel kaymakam çûye gundan. Beşikçi li wir bûye şahîd ku gundî û kaymakam zimanên hev fam nakin û loma ji neçarîyê tercûman xebitandine. 

Vê rewşê Beşikçi hem li Palo û hem li Kopê (Karakoçan) ferq dike ku li her du navçeyan jî tercuman hatine xebitandin. Ev rewş di mejîyê Beşikçi da dibe sedemên şupheyan û jibo zanînê Beşikçi dest bi lêgerînan dike. Di nav van lêgerînan da wek numûne, kitêba ”Dogu Îlleri ve Varto Tarihi” jî kêrî tiştek nayê ku kitêbên weha li gora ideolojiya dewletê hatine nivîsîn. Loma ew kitêb li mekteban û li zanîngehan li xwendevanan belav kirine û wek referansa ku kurd, tirk in dane nîşandan. Beşikçi, cehd dike ku kurdan ji nêzîk ve nas bike. Loma dema wexta wî ya eskerîyê hatîye, wî ji xwe ra li rîyek gerîyaye ku li herêmên kurdan eskerîya xwe bike. Li vir jî nuqteyeka balkêş ew e ku jibo Beşikçi cîyê eskerîyê Stanbul e, cîyê hevalê wî Yılmaz Öztürk jî Bidlîs e. Wê demê sistema becayişê hebûye ku mirov dikaribûye cîyê xwe digel hevalekî xwe biguherîne. Li ser daxwaza Beşikçi, ew û Yılmaz cîyên xwe diguherînin û bi vî awayî Beşikçi bo eskerîyê dihere bajarê Bidlîsê. Ew, di dawîya 1962an da li Bidlîsê dest bi eskerîyê dike.

Li Bidlîsê firset jibo Beşikçi çêdibe ku ew ji nêzîk ve kurdan nas bike. Dema ew li herêmê wek Cîgirê Subay (fermandar) eskerîyê dike, ew li gelek bajar û bajarokan digere û dibe şahidê hin tiştên gelek giring û wan tiştan jibo amadekirina Teza Doktorayê jî dibin materyal / malzeme ku ewana wek rojane li nik xwe dinivîse, notên pêwist qeyd dike. Balkêş e ku li Başurê Kurdistanê şerê çekdarî di navbera Rejima Baxdayê û Hêzên Pêşmerge da diqewime. Di 11ê îlona 1961an da di bin Rêvebirîya Mela Mistefa Barzanî da Şorişa Îlonê despêdike. Orduya Îraqê jî li dijî hêzên Pêşmerge teeruzeka mezin tînin ser Kurdistanê. Li ser têkilîyên Baxda û Ankarayê, eskerên tirk jî li herêmên sînor di nav teyakuzê da ne. Fermandarên tirk jî digel hêzên xwe yên eskerîyê di nava hewildanan da ne ku dema pêşmerge werin vî alîyê sînor, ew dê wan bigirin û teslîmê Îraqê bikin. Ji ber wê bûye ku hêzek esker (boluk) digel Beşikçi, wek hezeke teqwîyeyê diçin Herêma Şemdînan. 

Di bîranînên Beşikçi da (Binêrin, İsmail Beşikçi, Söz Konusu Vatansa Gerisi Teferuattır Anılar,

İstanbul, İBV Yayınları, 2019) mirov hin dibe ku ew dema di gulana 1963yan da li ser xetên Gevaşê, Wanê, Gürpinarê, Başkalayê û Gewerê (Yüksekova) diherin Şemdînanê; li hin deran fermandarên Îranî derbasî alîyê tirkan dibin û bi fermandarên tirkan ra diaxifin ku

Beşikçi jî dibe şahidê wan hevdîtinan. Yek ji wan nuqteyên balkêş jibo Beşikçi ew e ku li Başûrê Kurdistanê di bin pêşevatîya Mela MIstefa Barzanî da têkoşîna rizgarîya neteweyî tê dayîn; lê li rexên Turkîye û Îranê jî eskerên her du dewletan jî bi çekên giran û sivik li ser sînoran digerin û di nava hewildanan da ne li hemberî pêşmergeyan. Çavdêrîyeke balkêş jî bo Beşikçi ew e ku dema li ser sînor têkilîyên pêşmerge û hêza di bin fermandarîya Beşikçi da çêdibe; eskerekî kurdê ji Arpaçayê (girêdayê Qersê ye) bi pêşmergeyan ra çend deqîqe diaxife. Beşikçi dibe şahidê pêşmerge û eskerê kurdê Arpaçayî ku çawa bi hêsanê digel hev axifîne. Beşikçi dibêje ku navbera Arpaçaya Qersê û Şemdînan, Bradost / Behdînan bi hindikayî 700 kilometre ye, lê kurdên hew qas ji hev dûr dikarin bi hêsayî bi hev ra biaxifin û ji hev fam bikin. Nuqteyeka dî jî bala Beşikçi dikêşîne ku rabûn û rûniştina wan, cil û bergên wan kurdên ku di erdnîgarîyeka gelek mezin û fireh da dijin, wek hev in, digel ku dewleteka wan jî tune ku bibin xwedanê pazareka muşterek ku van nuqteyan jî ne tesaduf in.  

Beşikçi, piştî xilaskirina eskerîyê, ew demeke kurt li Hozatê ya girêdayê Dêrsimê ye, memûrîya maîyetê dike; lê di wê wextê da dikeve îmtîhana Asistanîya Sosyolojiyê ku li Zaningeha Ataturk ya Erzirumê Fakulteya Edebîyatê vebûbû, qazanc dike û bi vî awayî di payîza 1964an da li Erzirumê dest bi karê xwe dike. Ew di 1967an da teza xwe li ser ”Eşîra Alikan a Koçer” çêdike û dibe doktorê sosyolojiyê. Beşikçi, li Bidlîsê – Tatwanê cara ewil rastê wê eşîrê tê, bi wan ra diaxife. Ew pê dihese ku di dema derbasbûnê da ku li ser rîya Bidlîs û Tatwanê bûye, eskeran çend mîh ji wan dizî kirine. Wî, ji ber ku kolandin li ser wê eşîrê çêke, pêwist bû ew ji nêzîk ve wê eşîrê nas bike, jîyana wan hîn bibe. Loma ew dihere nêzîkî du salî digel wê eşîrê dijî. Ew eşîr, havînan li zozanên Nemrûdê jîyana xwe didomînin û zivistanan jî li deşta Farqînê (Silvan) dimînin. 

Di derbarê xebatên Beşikçi yên salên 1960-1970yan da ku li ser kurdan kirîye, lêkolînerê hêja yê Hollandî Martin Van Bruinessen, weha nivîsîye:

”Beşikçi di salên 1960 - 1970yan da jibo dîrok û sosyolojiya kurdan di çarçoveya zanîna îlmî da bû alîkar. Van xebatan, alîyê lêkolînerên civatî yên kurdî teşwîqê berdewamîya xwendinê dike û hêjayîyên xwe didomîne. Beşikçi, pêşewayê lêkolînên derbarê kurdan yên Turkîyeya modern bûye. Hemî mirovên ku piştî Beşikçi hatine û di derbarê dîrok û civata kurdî da xebitîne, deyndarên wî ne. Berhemên wî yên salên 1970yî, ne tenê jibo ku nirxandina dîroka kurdî kirîye, digel wê jî di heman wextê da û bi taybetî li hemberî Ideolojiya Kemalizmê bûye û rexne lêxistîye ku ew ideoloji, li ser hêza serdest ya zanîna akademîyê jî kirîye û dî gengeşeyên enîya çepîtîyê da dibûn jî tesîra mezin li ser çêbûye. Ew îstîsnayekî bi tena serê xwe bûye ku wan analizan kirîye û daye ber rexneyan. Beşikçi, mirovekî ye ku bi temamî xwe daye îlmê. Daxwazên wî ew bûne ku xwe daye ber bindestan, bi şolên wan ra eleqeder bûye û wek alimekî zanînê alîkarîya wan kirîye. Ev di demên dawîya salên 1960î û despêka 1970yan da jibo lêkolînerên cuwan yên rojavayî jî adeta prensîbek bûye, lê pir hindik ji wan hin tiştan kirine, lê qasî Beşikçi kes rizkan negirtîye ber çav.” (Martin Van Bruinessen, Kurdolojinin Bahçesinde, Vate Y.  s. 89, Ankara)  

Xwendoxên ku meraq bikin, dikarin li vê kitêba Beşikçi binêrin û zêdetir haydarîyan hîn bibin. Bi destûra Beşikçi be, ez dê nuqteyek li vir daynim û dest bi xaleka dî bikim ku di jîyana wî xoşevîstî da jî û di jîyana civata kurdî da jî gelek girîng e. Ji ber ku ev xal ango nuqte, dadgehkirina mamostayê hêja li djî dageha eskerîyê ya hukmê Ankarayê bûye. Belam di wê mehkemeyê da Beşikçi cezayê razana zindanê digire û di efuya 1974an da tê berdan. 

Li gora haydarîyên abûkatê Î. Beşikçi Serhat Bucak, Beşikçi di serî da li hemberî Kampanya Efû”yê bûye ku jibo wî hatibû çêkirin. Ji ber ku Beşikçî gotîye ku wî çû sûcek nekirîye ku ji  dewleta tirk efû bixwaze. Wî tenê rastîyan li ser bingehê zanyarîyê pêşkêşî dewleta tirk kirîye û gotîye ku kurd hene, zimanê wan kurdî heye, welatê wan Kurdistan heye û mafê kurdan ên rewa heye ku divê dewleta xwe ava bikin û li ser erdê xwe rêvebirîya xwe bi destên xwe bi rêvebibin. Ev mafê kurdan, mafekî mutlaq e ku dewleta tirk ew ji wan sitandîye û xesp kirîye.  

Di jimareyeka Berbangê ya taybetî da Av. Gülfer Güçlü jî behsa Mamostayê qedirbilind

Beşikçi dike ku wê di 1971an da li Dadgeha Dîyarbekrê abûqatîya Beşikçi kirîye. Gülfer Xanim, wek bîranînek jibo xwe behsa dadgehkirina Beşikçi û diyaloga Beşikçi û Dadgehê dike û weha dibêje: 

”Piştî ku dadger nasnameya Beşikçi tespît kir, derbasê jêpirsînê bû û ji Beşikçi pirsî: ´Ez welê bawer dikim ku tu di pirtûkên xwe da behsa hebûna kurdan dikî. Gelo tu dikarî vê yekê ji me ra piçekî zelal (ronayî) bikî?” 

Beşikçi li dadger vegerand: 

”Gelo ez dikarim nuha ji we tiştekî bipirsim? Dadger, destûrê da û jê ra; ”Kerem bike.” got.

Beşikçi: ”Begefendîno, gelo ev cax ji hesin in, ya ji sifir in yan jî ji zîv in?” pirsî. Beşikçi dema wê pirsê ji dadger kiribû, bi qelema xwe caxa hesinî îşaret kiribû ku di navbera kesên girtî û dadgehê da eliqandî bû û wek sînorek çêkiribû. Dadger, bê ku bizanibe Beşikçi dixwaze çi bêje û meselê bîne kê derê, bersiva Beşikçi dide û dibêje:”Helbet ji hesin in.” Li ser wê bersivê Beşikçi pirseke dî dike û weha dibêje:

”Baş e, begên min, gelo hûn dikarin ji van ra bibêjin ku ew ji sifirê yan jî ji zîv in û bi vî awayî eslê wan biguherînin?”

Dadger dîsa bersiva ”Helbet na, ez nikarim bibêjim.” Beşikçi dide û li ser wê bersivê Beşikçi: 

”Belê begên min, çawa ku hûn mecbûr in eslê tiştan rast bibêjin; jibo min jî welê ye. Ez zanyarekî me û bi zanistê mijul dibim. Ez mecbûr im esl û rastîya tişt û qewimandinan bibêjim. Ez, wek zanyarên paşverû ku heta îro kirine, wekî (mîna) ku ideolojiya resmi kirîye, nikarim gelê kurd yê heyî tune bihesibînim û wan wek tirkên çîyayî bi nav bikim. Ev kirina han ji zanistê dûr e û lê nayê.” 

Paşê Beşikçî bi hûrgilî behsa Eşîra Elikan a Koçer kir ku ew bûbû mijara teza doktoraya wî û ew kiribû kitêb û loma ketibû zindanê û cezayê razana hepsê xwaribû.” (Berbang a taybetî)

Beşikçi, ji hezîrana 1971an heta 25ê gulana 1987an, (ew di 25ê hezîrana 1987an da ji zindana Antabê serbest hat berdan) yanî di navbera 16 salan da 10 sal û 9 meh di girtîgehên (zindanên) cuda da li zindanan razaye. Loma ew dema ji zindanê derketîye weha gotîye: 

”Li Turkiyê ji girtîgehê (hepsê) derketin, nayê wê maneyê ku mirov digihîje azadîyê.” 

”Di vê civatê da jîyana serbilind pir zehmet e, lê jibo me, ji vê pêve tu rê nîne. Bi çi awayî dibe bila bibe, divê em serê xwe bilind bigrin.”  

Mamosta Beşikçi, 10 sal cezayê xwe yê herî dawîyê qedand ku ew ceza jibo nameyek bû ku hê nehatibû şandin, dabûn pê. Ew name bo Serekê Yekîtîya Nivîskarên Swisre Sti Boulanger hatibû nivîsîn. Lê ji Beşikçi ra firsend çênebûbû ku nameyê rêke Swisreyê. Turkiye welateke pir ecêb e ku nameyek ji kesêk ra hatîye nivîsîn û ew name hê nehatîye şandin; lê cezayê razana zindanê li wî kesî tê birîn. Numûneyek weha li cîhanê belkî qet nehatîye dîtin.   

Sosyologê hêja Beşikçi, ne tenê li hemberî dewleta tirk û dadgehên wan têkoşînê daye; digel wê wî ji 1971an vir ve gelek caran rexne li siyasetvan û nivîskarên kurd jî xistîye û gotîye ku divê ew bi kurdî bipeyîvin, bi kurdî gengeşe bikin, bi kurdî sohbet bikin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û di dadgehan da jî  bi kurdî xwe biparêzin; bi tabîreka dî divê rabûn û rûniştina wan bi kurdî be û bi kurdî sîyaset bikin û wd...

Önceki ve Sonraki Yazılar