Efrîn di bin dagîrkeriyê de (217)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (217)

.

A+A-

Milîseyên – Kiwalisyûna Sûrî ya Ixwanî yên bi  Turkiyê ve girêdayî, bi malmewdanên xelkê Herêma Efrînê re -weke ku ew di sûdegirtina de yên resen in- didin distînin, ew xwediyan neçar dikin ku belgetekezkirinên malmewdanên xwe pêşkêş bikin, û yê ku nikanibe yan ne li wir be jî, malmewdanên wan dibin xenîmeyên şer -tevî ku milîs bi serûberê xwe ve ji dervayî herêmê hatine- lê rê didin dizîna tiştê bi dest xelkê de maye, û vêrgî û baceyan jî bi şêweyên rengereng û fêlbaziyan ferz dikin…Çetayetî, zorbirin û talan  tewanin açiqaşkere ne.

Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:

= G. “Qota”:

Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye, /22/ KM ji navenda wê dûr e, ji dora /150/ malî pêkhatî ye, dora /800/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di dema dijberiya ser herêmê de tev penaber bûn, jê dora/120 malbat = 450 nişte/ vegerîn û yên din jî zorane hatin koçberkirin, û dora /30 malbat = 200 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.

Di dema şer de gund rastî topebarankirina Artêşa Turkiyê hat, û di encamê de mala “Ebid El’qadêr Qadî” bi tevahî û du mal bi piçekî hatin roxandin, û ziyanin gihîştin avahiya dibistanê.

“Maleke ziyankirî li G. “Qota”- N. Bilbilê, di encama topebarankirina Artêşa Turkiyê de, li Reşmeha 2018an. Z.”

“Dibistana G. “Qota” ya ku bi piçekî ziyan gihîştiyê.”

Milïseyên “Firqit El’sultan Mûrad” gund desteser dikin, ên ku mala Hemwelatî “Henan qele” li çateriya gund kiriye biryargeh û rêbendeke leşkerî, û mala Dilovanber “Ebdo Ce’ifer” jî biryargeh ji komîta xwe a aborî re.

Û piştî ketina gund, wan piraniya heyînên malan ji xwarinvexwarinê, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û amûrên taqeta elektrîkroniyê û hinên din dizîn, û herweha jî /5/ giropên zayenda elektirîkê yên ku her yekê jê elektirîk dida giropek ji malan, makîna teqlê (qelab) a “Eslan Ino”, makînak Pîkab “Kiya” ya “Şêx Birîm Xelîl”, du tirektorên çandiniyê yên “Welîd Bekir Ibrahîm” û “Mihemed Mistefa”, guheztok (tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî, kebil û dîrakên telîfûna zemînî û beşkek ji amûrên stasyûna ava vexwarinê ya gund (avhilkşok – tirumpe, betarî, kebil, tablo…) du cara.

Û “El’firqe” dest daniye ser bêtirî /3/ hezar darên zeytûnê yên hemwelatiyên ne li gund, jê (/300/ ên “Mihemed Bekir Ibrahîm”, /500/ jî yên “Bekir Bekir” in); Û ew 50% vêrgiyan li ser berhemdana zeviyine din ên ne li wir ferz dikin, û 10% jî li ser zeviyên ên li wir.

Û wan darên sindiyanê û sinoberê li dor gund û bi taybetî yên di navêna herdu gundên “Qota” û “Bîbaka” de -li ser rûberiya bêtirî /2/ hiktaran- qutkirin.

Û xelkên ku li gund mane jî rastî rengereng binpêkirinan hatin, mîna revandin, girtinên bêsûcane, îşkencekirin, kêmrûmetkirin û peresitandin, jê: Basmîşkirina kargeheke dirûnê li gund – dîrok 22.12.2021an. Z, û lêxistin û kêmrûmetkirina dora /50/ kesên têde; Û giropa dawiyê ji girtiyan li 20.9.2022an. Z bû, û çar jê hatin berdan û yê pêncê jî ta niha bêsûcane bendkiriye.

= Werza “mûsima” zeytûna:

Jerkî Efrîn li Avdara 2018an. Z ji aliyê Turkiyê û nandozên wê ve dagîr bûye, ev e werza pêncane, ku li dû hev milîs û destlat heman şêwe û pêngavan bi kar tînin, da ku bêtirîn tibab ji berhema zeytûna -jêdera serekîn a jiyankirina xelkê herêmê- biqoprînin û ji xwe re bibin, zatirê ev bi xwe jî tewaneke şer e.

Dizîn ji zeviyine zeytûna tê kirin berî ku berhema wan bibe, li ber çavên Istîxbaratên Turkiyê û encûmenên xwecihî; Ev ji bilî bizorêbirina berhema bisedhezaran darên zeytûnê yên dest danîne ser, û vêrgiyên ku li ser dora /15/ miliyon dar ferzkirî (50% ji malmewdanên hemwelatiyên ne li wir û 5-20% jî li ser ên li wir), bê ku yek kanibe wê qedexe bike yan jî vêrgiyan nede, û hin caran jî hin rastî lêdan, gef û rûmetdaxistinê tên, mîna:

 Dizîna berhema dora /150/ darên zeytûnê li Gundê “Baziya” yên Hemwelatî “Yûsêf Qadêr /60/ sal/Malbata Kumvêlik” ê ku li Bajarê Cindirêsê rûdine, li 27.9.2022an. Z, ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i El’semerqend” ve; Ji ber wê jî ew mirovê temenmezin bi seknexwînê ket, wêlomê jî derbas nexweşxanê bû, û du rojan bi hûrgilî tendurustiya wî di bin çavêdêriyê de bû.

 Pirbarekirina dizîna berhema zeytûna ji zeviyeke li Başûrê Cindirêsê – desteseriya”Feyleq El’şam”- e Hemwelatî “Ebid El’rehman Mûrad /73/ sal” ji aliyê anîndeyine çekdar ve yen di konine nêzîk zeviyê de rûniştî, û li 19.9.2022an. Z dema ku ew li pêşiya wan sekinî, wî li ser destên wan lêdaneke mekin xwar.

Bi ser wê de jî, “Odeya Çandiniya Şaxa Zeytûnê” li 25.9.2022an. Z du biryar derxistin, a yekê: Nûkirina rêdankên (destûrdan) guvêşgehên zeytûna ji bo sala 2022an. Z neçar dike, /250/ Dolarî li ser her guvêşgehekê û /800/Dolar jî li ser guvêşgeha ku cara yekê tê bikaranîn ferz dike, û biryara dudiyê: Bazirganên zeyta zeytûna neçar dike, ku rêdankên (destûrdanên) xwe yên sala 2022an. Z bidin nûkirin, û /350/ Dolarî li ser her bazirganekî ferz dike, û di gel wê jî dorpêçkirina firotina zêtê di Fabrîka (Tarim Kredi) de – Hevkariyê Gerantîkirina Çandiniyê ya Turkiyê (Te’awiniyat El’itîman El’zîra’î El’turkiyê), ewa ku nirxên daketî ji zêtê re dîdine.

 

“Herdu biryarên “Odeya Çandiniya Şaxa Zeytûnê” /54/ û /55/ dîrok 25.9.2022an. Z, ên bi taybetiya destûrdankirina guvêşgehan û bazirganên zêtê.”

Û li Navça Bilbilê piştî jiberçavwendabûna “Ebû Osman – El’hedîdî” (yê ji Gundewarê Heleb ê Bakur Rojhilat û serkêşê aborxaneya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ê berê) tevî hin endamên xwe li navîna Heyva Rezbera borî, vêca aborxaneya “El’firqe” û serkêşê wê yê nû “Ebû Welîd El’ize” bi lihevpeymanên ku “Ebû Osman” kirine  -ên ku beşek ji zeviyên zeytûna yên desteserkirî (dora /45/ hezar dar) ji malmewdanên gundên “Kerê, Eşûnê, Zivingê, Qota, Xelîlaka, Bîbaka, Upila, Kotana, Qaşa, Qurta, Kurzêlê, Çê” bi wekalet an demane dane- mikûr nakin, û ji nû ve dest dîdinin ser tevahiya wan dar û beran, bê ku mafên kesên ku wek alî di wan hevpeymanan de were parastin.

“”Ebû Osman – El’hedîdî” yê wendayî û berpirsiyarê berê yê “Aborxaneya Firqit El’sultan Mûrad” li N. Bilbilê.”

“”Ebû Welîd El’ize” – berpirsiyarê nû yê “Aborxaneya Firqit El’sultan Mûrad” li N. Bilbilê.”

= Girtinine bêsûcane:

 Li 20.9.2022an. Z, girtina van hemwelatî “Ehmed Reşîd Mistefa /70/ sal, Ebid El’qadêr Şe’iban Seydo /24/ sal, Mistefa Menan Seydo /60/ sal û kurê wî Hemze /27/ sal, Eslan Şe’iban Seydo /31/ sal” ji xelkê G. “Qota” ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîsryên Asyêşa Bilbilê ve, bi tuhmetên pişikdariyê di payandina şevayî li dema Rêvebiriya Xweser a berê de, û piştî ferzkirina /150/ Dolarî weke sezayeke diravî li ser her yekî ji wan li roja din berdan, û tenê “Eslan” bêsûcane bendkirî maye.

 Ji du heftan ve, girtina van hemwelatiyan “Umer Mihemed Şe’iban /45/ sal, Mihemed Ne’şet Mistefa /47/ sal, Arêf Mihemed Dehdo /45/ sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Reco” ve, bi tuhmetên pişikdariyê di payandina şevayî li dema R.X a berê de, û piştî rojekê û ferzkirina sezayine diravî li ser wan hatin berdan.

= Qutkirina darine zeytûnê û şewatine daristananina:

 Li vê dawiyê, Milîseyên “Lîwa’i El’weqas” dora /180/ darên zeytûnê yên temenmezin ên hemwelatiyê zorane koçberbûyî “Behrî Cum’e Gedro” li Bajaroka “Kefirsefrê” bi giştî qut kirin, bi bagîrê ji kokê ve hilkirin û erd jî ajotin da ku şop jî werin hindakirin, û êzing jî -yê ku bi kêmanî buhayê her tonekê jê dighêje dora /140/ Dolarî – hatin guhestin.

 Li navboriya herdu rojên 24-25.9.2022an. Z, agirin bi daristanin ihracê li nêzîk Gundê “Kaxrê” – Navça Mabeta hatin xistin û rûberiyeke fere şewitand, û “Berevaniya Sivîl li Efrînê – El’dîfa’i El’medenî” tekez kir ku tîpên “tîmên” wê ew agir bi zehmetî vemrandin, û li gor wêneyên ku wê belavkirine, qutkirina fere ya berê ji darên ihracê re ji aliyê milîseyan ve baş diyar dibe, û herweha jî çawabûna bermayên darên qutkirî mîna şênbereke zû êgir hiltîne.

” Şewatine daristaneke Îhracê li nêzîk G. “Kaxrê” – N. Mabeta, 24-25.9.2022an. Z.”

Yaxmekirina malmewdanên “Herêma Efrînê – ya Kurdî ya Sûrî” yên giştî û taybet, gendelîkirina têde û qirkirina jîngehiya wê, berê û ta niha li gor şîret û hêsankirinên “Istîxbatatên Turkiyê”, û li ber roniya fetweyên “Encûmena Îslamî ya Sûrî – Istanbûl”, bi awakî rêbazkirî tê kirin.

02.10.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

 Maleke ziyankirî li G. “Qota”- N. Bilbilê, di encama topebarankirina Artêşa Turkiyê de, li Reşmeha 2018an. Z.

– Dibistana G. “Qota” ya ku bi piçekî ziyan gihîştiyê.

– Herdu biryarên “Odeya Çandiniya Şaxa Zeytûnê” /54/ û /55/ dîrok 25.9.2022an. Z, ên bi taybetiya destûrdankirina guvêşgehan û bazirganên zêtê.

– “Ebû Osman – El’hedîdî” yê wendayî û berpirsiyarê berê yê “Aborxaneya Firqit El’sultan Mûrad” li N. Bilbilê.

– “Ebû Welîd El’ize” – berpirsiyarê nû yê “Aborxaneya Firqit El’sultan Mûrad” li N. Bilbilê.

– Şewatine daristaneke Îhracê li nêzîk G. “Kaxrê” – N. Mabeta, 24-25.9.2022an. Z.

———————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-217-02-10-2022 – PDF

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (201)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (203)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (204)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (205)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (207)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (208)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (209)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (210)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (211)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (212)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (213)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (215)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (216)

 

https://yek-dem.net/ku/?p=13369

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin