Efrîn di bin dagîrkeriyê de (210)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (210)

.

A+A-

Piştî daxuyaniyên Şalyarê Derve yê Turkiyê li ser pêkanîna lihevkirinekê di navêna “Rijîm û Rikberiyê” de li Sûriyê, nevehesî kete nav milîseyan û serkêşên wan, “Hikometa Demkî”, “Kiwalisyûna Sûrî – Ixwanî”, “Encûmena Îslamî ya Sûrî – Istanbûl” û nişteciyên ku li herêmê hatine niştecîkirin û ling bi ber hev ketin, û xwepêşandan, kiryarên tevliheviyê û silogan li dijî wan daxuyaniyan li herêmên ku ji Turkiyê dagîr dike ve hatin kirin û hildan.

Vaye ev jî hin binpêkirin û tewanên têvel in:

= G. “Emara”:

Bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /10/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora /70/ malî pêkhatî ye, dora /400/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, piştî dagîrkeriyê dora /50 malbat= 175 nişte/ jê man û yên din jî zorane koçber bûn, û dora /35 malbat = 225 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin; Û di dema şer de, mala Hemwelatî “Îmad Ehmed Beso” di encama teqîna bombeyên binzemînî de hate roxandin.

“Mala Hemwelatî “Îmad Ehmed Beso” ya roxandî li G. “Emara”.”

Milîseyên “Artêşa (Ceyş) El’nuxbe” (yên mala “Mihemed Nazêm” kirine biryargeheke leşkerî) gund desteser dikin, û piştî êrişa wan ji gund re ji malan xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, şaşên tilvizyûna, alav û amûrên elektirîkê, amûrên taqeta royê û hin tiştên din dizîn, û weha jî tevahiya tiştmiştên /31/ malên dest danîne ser, makînak Pîkab Honday a “Fadêl Hesen Reşîd”, /6/ giropên zayenda elektirîkê yên malan ên “Mihemed Fethî, Mihemed Nazêm, Ehmed Rûto, Menan Amkî, Mihemed Mixtar Osman”, û zayendok(tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî.

Wan dest danîn ser malmewdanên hemwelatiyên ne li gund, jê /6/ hezar darên zeytûnê û /17/hiktar erdên çandiniyê yên van hemwelatiyan in: “Zaroyên Rif’et Mecîd, zaroyên Emîn Mecîd, zaroyên Ehmed Mecîd, zaroyên Ehmed Rûto, zaroyên Hikmet Rûto, Fethî Mamed, Sêf El’dîn Mamed, Tac El’dîn Henan Mamed, Mihemed Nazêm, Menan Amkî, zaroyên Cemal Me’imo, Mes’ûd Henan Meryem”; Û herweha jî vêrgiyên têvel li ser berhema werzên (mûsim) hemwelatiyên hene ferzkirin, ji bilî hin dizînên cûrbecûr jê re.

Û bêtirî carekê wan ji yên li gund mane belgeyên erdan û daxuyaniyên mal milkan ên ji Heleb hatine der xwestin, û bi belgeyên Rêvebiriya Xweser a berê yan ên “Encûmenê Xwecihî” yên niha mikûr nakin, da ku -ta ji dest derkevin- dest dînin ser tibabeke bêtir ji malmewdanên gund.

Herweha wan milîseyan, ji bo êzingkirin û bazirganiyê, bisedan darên zeytûna bê wijdan qut kirin, û bi ser de jî, erd û zeviyên dest danîne ser bi kirê didin perwerdekarên pêz û dewêr ji bo çêrandinê (ya ku ziyaneke mezin dighîne darên biber).

Weha jî, xelkê ku mane rastî rengereng binpêkirinan hatin, mîna: Revandin, girtinên bêsûcane, îşkencekirin, rûmetnizimkirin, û peresitandin û hinên din, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re; Û carina jî ew hinan neçar dikin ku herin mizgeftan û li xelekên olî beşdar bibin, da ku -li gor ew dibêjin- “hînkeriyan” bidin wan û wan “wînin ser riya rast”, û herweha jî ew xwediyên tirektoran neçar dikin, ku malmewdanên dest danîne ser bajon an hin karin din bikin, bê ku kirên wan bidinê yan jî bi kêmanî nirxê sûtemeniyê bidinê.

Û li Heyva Tebaxê 2020an. Z, û ji bo nakokiyên hundirîn, tewanên kuştinê di nav refên milîseyan de, di encama sûzmekirin û navbirinên hundirîn û rewşa geregoşiya serwerkirî li herêmê açiq bûn, û termên hin kuştiyan -di nav de jî jin- ên çekdar û anîndeyan li gund hatin dîtin.

= Wendabûna birayine serkêşekî da’işî yî kuştî ji ber çavan:

Li şeva dû kuştina herdu serkêşên Da’işê “Mahêr El’ûqal” û “Menhel El’ûqal” (ê ku bi “Ebû Beqera” tê navdan) di piroseyeke Hevbenda Navdewletî ya şerê terorê de, li 12.7.2022an. Z, li nêzîk Gundê “Xalta” – Navça Cindirêsê, sê birayên “Menhel” û digel malbatên wan -li gund rûniştibûn- ji ber çavan hinda bûn, kelûpelên xwe li şûn xwe hîştin, û bê ku were zanîn ku revîn an ji aliyê Îstîxbaratên Turkiyê ve hatin girtin. Û ji wê hîngê ve, zext û gef li dijî xelkê “Xalta” û gundên derdorê zêde bûn, û bi şev û carina jî bi roj wexwext qedexekirina çûnûhatinê tê ferzkirin, bi riya agahdarkirina odeyên Watsê, yên ku tevlêbûna wan li ser xelkê hatiye ferzkirin.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li Şeva Şemiyê 6.8.2022an. Z, di navêna du giropên milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” de, li Gundê “Dêrsiwanê” – Navça Şera pevçûnin çêbûn, ji ber nelihevkirina wan li ser tiştmiştên dizînê û perên ji karê qaçaxiya sînorê Turkiyê tên, û di encamê de du endam birîndar bûn, qurşîn bi ser malan de barîn û metirsî kete nav sivîlan.

= Jinûve damezrandina bargeheke leşkerî ye Turkî:

Li 8.8.2022an. Z, Artêşa Turkiyê ji nû ve bargeheke leşkerî  ye bi çekên orte û giran amedekirî, li Cîgeha “Sirta Hebîba – Birca Sêriyatêl” ya di navêna herdu gundên “Miskê Jorin û Çobana” de – Navça Cindirêsê damezrand; Ew cîgeha ku di dema şer de hatiye bombebarankirin, û di encamê de stasyûna hilkişandina ava vexwarinê ji pênc gundan re hatiye tarûmarkirin, bi mebest birca “Sêriyatêl” a Sûrî hatiye roxandin, û Artêşa Turkiyê demekê desteser kiriye, da ku ziyanin mezin bighînin malmewdanên derdorê.

“Cîgeha bargeha leşkerî ya Turkî “Sirta Hebîba – bircê Sêriyatêl” li navbera herdu gundê “Miskê Jorin, Çobana” – N.Cindirêsê.”

= Şewtandina daristanina:

“Berevaniya Sivîl li Efrînê – El’dîfa’i El’medenî” tekez kir, ku tîpên(tîmên) wê li Şeva Înê 12.8.2022an. Z, li nêzîk Gundê “Satiya” – N. Mabeta, agirek bi daristaneke îhracê bi rûberiya/5/doniman hatibû xistin vemirandin.

“Şewatek li daristaneke îhracê li nêzîk G. “Satiya” – N.Mabeta.”

= Binpêkirinine din:

– Li 31.7.2022an. Z, piştî ku Hemwelatî “Ehmed Xorşîd Mehmûd/55/sal” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” – N.Cindirêsê pir caran daxwaz kir, ku dênên(pere) xwe (yên ji ber kirîna ava vexwarinê ji bîra wî, li “Şaredariyê”, çekdar û anîndeyan kombûne) vegerîne, û li ba Serkêşê “Lîwa’i Semerqend” li bajarokê jî gilî kir (ê ku ji aliyê xwe ve jî şandiye Şaredariyê)…Çekdarina destdirêjî lê kirin, lêxistin, qurşîn di ser seriyê wî re avêtin, û kişandin hepsa ku li Bakurê bajarokê dikeve(li Cîgeha “Çiyayê Seydo – Zaretgeha Şêx Mihemed”), da ku tûşî îşkencekirinê bibe, û bi navbênckirin hin kesayetiyan di heman rojê de bê berdan.

 Li 6.8.2022an. Z, piştî pevçûnekê di dewatekê de li orta Gundê “Hêkiçê” – N.Cindirêsê, giropeke çekdarkirî ji Milîseyên “Lîwa’i Weqas” beşdar bû û qurşîn bi banî ve avêtin, û endamên wê şormor û sixêf bi beşdaran re dan, ji ber wê jî xort “Mihemed Ednan Tam/34/sal” ji xelkê gund – Pêkhateya Ereb neçar bû û li yekî ji wan xist, û goropê ew û xortin din “Ehmed Betal Îbrahîm/20/sal, Cemîl Zekî Tane/25/sal, Mihemed Tamêr/23/sal, Mûrad Qaziqlî Dalo/24/sal” girtin, û piştî  îşkencekirinê û du roj hepis herçar hatin berdan, û ta niha jî “Mihemed Tam” -yê ku mekin îşkence bûye- bendkirî ye, amûr û tiştmiştên  xelkê gundên ku di bin desteseriya wê de “Miskê Jorin, Miskê Jêrin, Çeqelê Cûmê, Bircikê, Sindiyankê” – N.Cindirêsê agahdar  kirin, ku li ser xwediyê her malmewdanekî li wir vêrgiyek ji /3-5/hezar Dolar dê were ferzkirin, û destên ên rêvebirina malmewdanên hemwelatiyên ên ne li gund dikin dê bê hilanîn, da ku li şûn 50% vêrgî li ser berheman weke di mûsimên berê de dihate kirin, bi behaneyên têvel destan dînin ser.

 Jerkî ku alav û amûrên stasyûna hilkişandina ava vexwarinê ya gundên “Keferdelê Jorin, Keferdelê Jêrin, Gazê” – N.Cindirêsê bi mebesta çaksazkirinê bo Bajarê Efrînê hatine guhestin û nehatine vegerandin, çekdarina amûr û tiştmiştên mane jî (kebil, bezarî, tablo…û H.W.D) dizîn; Û xelk neçar bû ku avê ji sîtêran bi buhayên bilind bikire.

 Werzên (mûsim) simaqê, tirî, hejîr, gûz û yên din ên xelkên N. Mabeta, li ser destê giropine çekdar û anîndeyan, û li ber çavên serkêşên milîseyan û Istîxbaratên Turkiyê, bi rengekî fere têne dizîn, vêca xwediyên wan jî neçar dibin ku yên mayî zû û berî bibin biçinin.

 Li Siba Yekşemê 31.7.2022an. Z, giropeke ji lawên çekdar û anîndeyan dora/15/tirbeyan li goristana Gundê “Dargirê” – N.Mabeta (ya ku Milîseyên “Firqit El’hemzat”desteser dikin), bi şêwakî nizim û zikreşiyeke veşartî tarûmar kirin; Di dû re xelkê çaksaz kirin, û li roja din fêş bûn ku careke din hatine hilweşandin; Vêca wan giliyek pêşkêşî “Komîta Vegerandina mafan a Hevbeş li Efrînê” kirin, û niha ew li benda “Lêkolînên wê” ne!

“Roxandina gorine miriya li goristana G. “Dargirê” – N.Mabeta, 31.7.2022an. Z.”

Ji erkê hêzên niştîmanî û yên li ser berjewendiya Sûriyê û gelê wê dilbi’êş in e, ku kiryar û siyasetên dijayetiyê yên li dijî Kurdan û rola wan di Sûriyê de rêbazkirî, ji aliyê Turkiyê û milîs û çarçoveyên ku bi rikber têne navkirin -ên pêve girêdayî- ve, bêne cersandin û şermezarkirin.

14.08.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Mala Hemwelatî “Îmad Ehmed Beso” ya roxandî li G. “Emara”.

– Cîgeha bargeha leşkerî ya Turkî “Sirta Hebîba – bircê Sêriyatêl” li navbera herdu gundê “Miskê Jorin, Çobana” – N.Cindirêsê.

– Şewatek li daristaneke îhracê li nêzîk G. “Satiya” – N.Mabeta.

– Roxandina gorine miriya li goristana G. “Dargirê” – N.Mabeta, 31.7.2022an. Z.

——————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn-di-bin-dagîrkeriyê-de-210-14-08-2022- PDF

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (201)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (203)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (204)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (205)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (207)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (208)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (209)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin