Efrîn di bin dagîrkeriyê de (215)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (215)

.

A+A-

Piştî lidûhevhatina nûçeyên li ser cîbecîkirina têkeliyan di navêna Anqerê û Şamê de, û ew daxuyanên ji berpirsiyarên Turkiyê ku li ser girîngiya wê cîbecîkirinê derhatine, netebatî û nelihevkirin di navêna serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – El’ceyş El’wetenî El’sûrî” de nûjen dibin; Di vî warî de “Ebû Osman – El’hedîdî” yê ji Gundewarê Heleb ê Bakur Rojhulat û serkêşê aboriya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” tevî hin endamên xwe, li vê dawiyê ji ber çavan wenda bû, û biryargeha xwe ya di avahiya guvêşgeheke zeytûna di navêna herdu gundên “Eşûnê” û “Kerê” de – Navça Bilbilê vala kir, û malbata wî ji Gundê “Qota” ya hevcîwar derket. Were zanîn jî ku wî dest danîbû ser dora /45/ hezar darên zeytûnê ji malmewdanên gundên “Kerê, Eşûnê, Zivingê, Qota, Xelîlaka, Bîbaka, Upila, Kotana, Qaşa, Qurnê, Kurzêlê Çê”, vêrgî jî li ser werzên (mûsimên) têvel û makînên di rê re derbas dibûn ferz dikirin, û “Welîd Ebû El’iz” – serkêşekî din li ba “Firqê” şûna wî girt.

Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:

= G. “Eşûnê”:

Bi Navça Bilbilê ve – Efrîn girêdayî ye, /21/ KM ji navenda wê dûr e, ji dora /50/ malî pêkhatî ye, dora/300/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, li dema dijberiya ser herêmê tev penaber bûn, jê dora /27 malbat = 90 nişte/ vegerîn û yên din jî zorane koçber bûn, û dora /25 malbat = 150 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.

Gund ji aliyê Artêşa Turkiyê ve hate topebarankirin, û di encamê de bi piçekî ziyan gihîşte /3/ malan û mala Hemwelatî “Ebid El’qader Şêxo” bi tevahî hate roxandin.

Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” gund desteser dikin,  ewên ku avahiya guvêşgeheke zeytûna ya “Nûrî Xoce Ehmed” û ya li ser riya serekîn a hevcîwar ji xwe re kirine biryargeh û rêbendeke leşkerî, û  yên ku piştî derbasbûna gund li Avdara 2018an. Z xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştmişten din ji malan dizîn, û herweha jî tevahiya kelûpelên /23/ malên  dest danîne ser, du giropên zayendeka elektirîkê yên malan, jimarokên ava malan, guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî û keblên xeta voltaca bilind a elektirîkê, dîrakên darî yên ji bo bihevxistina toreya telîfona zemînî amedekirî û hin acetên hesinkarekî nûjen (efrencî).

Û weha jî milîseyan li Bajarê Efrînê tirektoreke çandiniyê tevî tirêla wê û matoreke duloqî û /200/ hezar Perê Sûrî yên “Mistefa Umer Me’imo”, Pîkabek Hunday e “Horîk Ehmed Xoce”, û tirektoreke çandiniyê tevî dûmahîkên wê (acetên wê) ye “Ebid El’qader Ebdo” -ye ku paşê û piştî dandina vêrgiyeke diravî mezin hatiye vegerandin- dizîn, li dema hebûna wan alavan li bajêr piştî penaberbûnê.

Milîseyên “Mûrad” piraniya daristanên îhracê yên li çiyayên derdora gund, darên Sindiyanê yên temenmezin li gund û bi taybetî jî ya li derbasgeha gund û temenê wê dora dused salî, û herweha jî bihezaran darên zeytûnê yên dest danîne ser bi şêwakî bêwijdan û hovane, ji bo êzingkirinê û çêkirina komirê û bazirganiyê qut kirin.

Û wan dest danîne ser hezaran darên zeytûnê yên hemwelatiyên ne li gund, tevî ferzkirina vêrgiyên têvel li ser hemwelatiyên li gund; Û erdine çandiniyê û rezine tirî bi rûberiya/10/hiktaran ên “Benda Eşûnê” – N.Bilbilê -Ya ku Zivistanê tijî av dibe û li Buharê bi rengekî rêjeyî ziya dibe- bi kirê didin ê ku bixwazibe biçîne ta ku xwediyê wê yê resen be jî -tevî ku ew erd û rez ji çar salan ve yên hemwelatiyên gundên “Zivingê, Eşûnê, Dîkê, Kerê, Kêla” yên derdora cîgeha bendê ne -, bi behaneya ku ew erd ên dewletê ne, yê ku berê bê kirê dida xelkê ku biçînin.

Erdê Benda “Eşûnê” – N. Bilbilê li Zivistan û Buharê.

Û xelkê ku li gund mane jî rastî rengereng binpêkirin û tewanan hatin, mîna: Kuştin, revandin, girtina bêsûcane, îşkencekirin, rûmetdaxistin, lêxistin, û peresitandin û hin binpêkirinên din; Û li 5.3.2018an. Z, di encama armanckirina balafireke cengê ye Turkî ji makînak ku sivîlin penber diguhestin re, li nêzîk Gundê “Berbenê” – Navça Reco û li sibê zû, Zarok “Şiyar Ebid El’qader Ebdo/8/sal” şehîd bû, û hemwelatî “Dunya Ehmed Bekir/15/sal, Fîdan Ehmed Bekir/17/sal, Hîdayet Elî Umer/38/sal, Cum’e Hisên Ebid El’qadêr/3/sal, Mihemed Ebid El’qadêr/9/sal, Sultanê Umer Me’imo/45/sal” bi kûranî birîndar bûn û endamin ji govdeyên wan seqet bûn, li rex  qurbaniyin kuştî û birîndarin din ji gundin din, û divê zelal be ku temenên hatine zimên ên dema bûyîna tewanê ne.

Pakrewanê zarok “Şiyar Ebid El’qader Ebdo”.

Zarokê çavwendakirî “Cim’e Hisên Ebid El’qader”.

= Girtinine bêsûcane:

 Li 20.8.2022an.Z, girtina hemwelatî “Semîr Şêx Seydî /35/ sal, Menan Şêx Seydî /34/ sal” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta pişikdariya di payandina şevayî de, li dema Rêvebiriya Xweser a berê, û “Menan” li roja din û piştî ferzkirina sezayeke diravî li ser hate berdan, û “Semîr” jî ta niha bêsûcane bendkirî ye.

 Li 21.8.2022an.Z, girtina herdu biran “Şêxmûs û Mihemed kurên Henan Heşko” ji xelkê Gundê “Kurê – Meydana” – N.Reco, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’hemzat” û “Asayêşa Reco” ve li dema hewildana wan derbaskirina sînor ji bo koçberbûnê, û tevî ku hin din di heman rojê de hatin berdan, lê herdu bira berî sê rojan hatin berdan û lê ta niha makîna wan a mîkrobas bendkirî ye.

 Li 5.9.2022an.Z, girtina hemwelatî “Cîhad Dawod/50/sal – keyayê gund, Sebrî Mihemed kurê Ehmed/48/sal, Sebah hevjîna Ebdo Xelîq Elah/65/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê” – N. Mabeta, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, û li roja din “Sebah hate berdan”; Û heman milîseyan bi behaneya lêkolînkirinê, di şandina pê  hemwelatiyine din de berdewam kirin.

 Li 8.9.2022an.Z, girtina Hemwelatî “Heval Umer Simo kurê Horo/35/sal” ji xelkê Gundê “Omersimo” – Navça Şera, ji ciyê karê wî li B. Efrînê, ji aliyê Milîsyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

 Li 10.9.2022an.Z,  Milîseyên “Lîwa’i Semerqend” hemwelatî “Mistefa Fîlik Ne’iso/25/sal – keyayê gund, Macêd Îbrahîm Xelîl Mihemed/23/sal” ji xelkê Gundê “Hechesna” – Navça Cindirêsê revandin, pîştî ku wan giliyek pêşkêşî “Komîta Vegerandina Mafan li Efrînê” kirin.

= Binpêkirinine din:

Ji ber nêzîkbûna werza “mûsima” zeytûna, milîs û serkêşên wan bi hemî aliyan de dilivin û behaneyan çêdikin, da ku tibabeke bêtir ji vêrgiyan, talanberan û zeviyên dest danîne ser werbigrin; Û di vê warî de milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” ên ku “Hesen Hac Elî yê ku bi Hesen Xeyriyê tê navkirin û ji Bajaroka Kensefre/Çiyayê El’zawiyê li Gundewarê Idlibê” serkêşiya wan dike, li vê dawiyê giştînamak derxistin, û bi riya odeya “Watsê” gîhandin keyayên dora deh gundên Navça Bilbilê yên ku di bin desteseriya wan de, û ji wan xwestin ku bi tu karkeran re ji bo berefkirina zeytûna pabend nebin, ger ne bi riya nivîsgeha wan a aborî re be; Û herweha jî, ji xwediyên zeviyan daxwaz dikin ku belgeyên malmewadaniyê yên ji saziyên dewletê hatine der berz bikin, ta ku ew rê bidin wan ku werzên xwe beref bikin, tevî  ferzkirina 10% ji berhemê bi kêmanî!

“Hesen Hac Elï/ Hesen Xeyriyê” – serkêşê Milîsryên “Lîwa’i Siqor El’şemal”.

Serkêşên Milîşeyên Anqerê – Hemahengiya Sûrî ya Ixwanî riya karwegirtina ne rewa de, komkirina malmewal û peran bi şêweyên têvel ên talan û dizînê, û bazirganiya ku tu têkliya wê bi berjewendiya milet û welêt re tune ye berdewam in, jê: Berdewamkirina talankirina malmewdanên xelkê Herêma Efrînê ya dagîrkirî, li ber çavên Istîxbaratên Turkiyê, bi şev û roj.

18.09.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Erdê Benda “Eşûnê” – N. Bilbilê li Zivistan û Buharê.

– Pakrewanê zarok “Şiyar Ebid El’qader Ebdo”.

– Zarokê çavwendakirî “Cim’e Hisên Ebid El’qader”.

– “Hesen Hac Elï/ Hesen Xeyriyê” – serkêşê Milîsryên “Lîwa’i Siqor El’şemal”.

————————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-215-18-09-2022– PDF

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (184)

Bixwîne: EFRÎN di bin Dagirkerîyê de (183)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (181)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (185)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (187)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (188)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (191)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (192)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (194)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (195)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (198)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (199)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (200)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (201)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (203)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (204)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (205)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (207)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (208)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (209)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (210)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (211)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (212)

Bixwîne: Efrîn di bin dagîrkeriyê de (213)

https://yek-dem.net/ku/?p=13369

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin