Êdî stranên Radyoya Êrîvanê li ser platformên dijîtal in

Êdî stranên Radyoya Êrîvanê li ser platformên dijîtal in

Êdî 900 stranên Radyoya Êrîvanê ku di encama xebatên giranbûha de hatibû arşîvkirin, li ser platformên dijîtalê bên weşadin

A+A-

Navenda Nûçeyan - Enstîtuya Çandê ya Kurdan û Almanan (Deutsch-Kurdisches Kulturinstiut) 900 stranên ku di arşîva Radyoya Erîvanê ango Radyoya Rewanê de bûn, bi awayekî dijital tomar kirîye û li ser Youtubeyê û platformên dijital weşandin.

Di nava bi dehan salan de bi sedan stran bi rêya vê radyoyê dengê xwe li nava kurdan belav kir û li gel çandekê, arşîveke giranbiha jî ava kir.

Enstîtuya Çandê ya di sala 2019’an de hatibû avakirin ev çar sal in li ser vê arşîvê kar dikir. Lêkolîner û xebatkarên enstîtuyê di encama vê xebatê de karê xwe qedandine û bi qasî 900 stran li ser platformên dijital, ango li ser Youtube, Spotify, Apple Music û hin platformên din ên dijîtal weşandine.

10-026.jpg

Enstîtuyê di heman demê de gotinên hemû stranan jî nivîsandine û ew jî li gel van stranan weşandine. Bi vê re rê li ser wî tiştî jî wê were girtin ku gotinên stranan bi şaşî dihatin bilêvkirin û strîn.

Bi vê xebatê re 900 stranên zêdetirî 150 stranbêjan ên ku deng û awazên wan di Radyoya Erîvanê de olan daye, wê ji bo guhdaran û lêkolîneran weke çavkanîyeke dewlemend li ser înternetê ango platformên dijîtal bin.

Enstîtu li gel vê xebatê dê pirtûkek ji çar cildan pêk tê di rojên pêş de çap bike. Lêkolîner û stranbêj Cewad Merwanîyî tev li ekîbeke qerebalix ev sê sal in li ser vê xebata pirtûkê kar kirîye. Di pirtûkê de wê gotinên stranan û li gel wê jî DVDku ji stranan pêk tê were weşandin.

Enstîtuyê bi weşandina vê arşîvê re wê kampanyayeke ji bo sê rojan bide dest pê kirin. Enstîtu bang li hemû stranbêjên kurd û guhdaran dike ku roja 27-28 û 29’ê Nîsanê ango duşem, sêşem û pêncşemê li ser hemû hesabên xwe yên medyaya civakî rojê stranekê ji vê arşîvê biweşînin. Enstîtuyê di bangewazîya xwe de bi taybetî ji stranbêjan xwestîye ku di van her sê rojan de tenê van stranên ji arşîvê bi guhdarên xwe re parve bikin. Enstîtu bi vê kampanyayê armanc dike ku bi vî awayî stranên vê arşîvê bigihêje zêdetir guhdaran.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin