'Diyaloga Kurdî-Kurdî di berjewendiya stratejiya Amerîkayê de ye'

'Diyaloga Kurdî-Kurdî di berjewendiya stratejiya Amerîkayê de ye'

.

A+A-

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco, tekez dike ku divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê hişmendiyekê pêk bînin ku di berjewendiya gelê Kurd de be û hişyariyê dide, “Ti caran wek vê carê fersendek nehatiye bo Kurdên Sûriyê û mumkun e ji destê me here bêyî ku destkeftiyek hebe.” Herwiha Haco tekez jî kir ku diyaloga aliyên Kurdî di "berjewendiya stratejiya Amerîkayê" de ye.

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Kamîran Haco beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû û behsa girîngiya diyaloga aliyên Kurdî yên Rojava ji bo zilhêzên cîhanê û sedemên rawestiyana wê diyalogê kir.

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco tekez kir ku diyaloga yekrêziya aliyên Kurdî yên Rojava her çend ne di rêzên destpêkê de jî bo berjewendiyên wan, lê ji bo zilhêzên cîhanê girîng e, lê dibêje, divê aliyên Kurdî ji xwe bipirsin ka çiqas bûn alîkar ku ev diyalog serbikeve!

Kamîran Haco diyar kir, ew naxwaze alîyekî tometbar bike di vê mijarê de, lê tekez dike ku di heyama derbasbûyî de gelek kiryar hatin kirin ku dûrî rihê pêkanîna diyalog û tifaqê bûn “lewma divê em ji xwe bipirsin ka gelo em Amerîkayê bêhêvî dikin, an em dibin alîkar ku tifaq biçe serî.”

Li ser sedemên rawestana diyalogê û `sistbûn`a Amerîkayê jî Haco amaje bi wê kir ku di demekê de diyalog berdewam bû, îdareya Amerîkayê guherî ku vê yekê bandor li ser diyalogê kir “Serpereştyarê diyalogê niha ne li vir e û dema vegeriya gav dê bêavêtin. Lewma tenê ji bo demderbaskirinê di vê mijarê de gav navavêje, dît ku diyaloga Kurdî-Kurdî di berjwendiya stratejiya wê de ye.”

Li ser helwest û rola Rûsyayê jî derbarê diyaloga aliyên Kurdî de Kamîran Haco amaje bi wê ciyawaziya di navbera dîtina Rûsya û Amerîkayê ya di mijara Sûriyê de kir û got, lê “tişta ku me ji aliyê Rûsyayê bihîstiye, piştgiriya miletê Kurd li Sûriyê dikin lê bi kîjan şêwe; federalîzm an tenê mafên siyasî û kulturî, wê bo Sûriyiyan bi xwe dihêlin. Lê her tim piştgiriya mafên Kurdan kirine.”

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê derbarê girîngiya pirsa Kurd a li Sûriyê di qada navdewletî de jî behsa wê kir, taybet Ewropa berdewamiya helwesta Amerîkayê ye û got, “Ew behsa Sûriyeke demokratîk dikin, di çarçova Sûriya demokrat de, ne mumkin e yek ji pêkhateyên sereke bêmaf bimîne û ew vê yekê gelek bi zelalî dibêjin.”

Kamîran Haco got jî, “Eger proseya siyasî neçe serî, di baweriya min de dewletên mezin lihevkirinekî bikin û li ser herkesî ferz bikin. Ev senorya zêdetir îhtîmala wê heye, ji ber ku ne rejîm rikberiyê û ne rikberî rejîmê qebûl dike û di nav pêkhateyên Sûriyê bi xwe de jî gelek nakokî hene.”

Herwiha Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê, tekez dike ku divê Kurd her tim bifikirin ka çawa dikarin berjwendiyên xwe û yên dewletên girîng ên herêmî û navdewletî nêzikî hev bikin, ne ku li dijî hev bin. Kurd bi giştî tevnagerin, eger tifaq çê bû stratejiyek dê bê danîn.”

Diyaloga aliyên Kurdî yên Rojava derdora 10 meh e rawestiyaye û li ser berdewamkirina diyalogê, Kamîran Haco dûpat kir, “Me roja yekem gotiye ku em amade ne. Ne me rê girtiye û êriş kiriye. Lê bi vî şêweyî tifaq pêk bê em nagihijin derekî. Divê hişmendî biguhere. Ne berjwendiyên aliyan, lê hişmendiyeke berfireh bo berjwendiyên miletê Kurd. Eger em bi vê hişmendiyê nêzîk bibin, tiştên baş dê bên kirin. Ti caran wek vê carê fersendek nehatiye bo Kurdên Sûriyê û mumkun e ji destê me here bêyî ku destkeftiyek hebe.”

 

 

Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) jî ragihand ku ew ji bo berdewamiya danûstandinên li gel ENKSê amade ne, lê bi gotina wan xemsariyek ji aliyê Amerîkî ve heye.

Sekreterê Partiyên Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji Rûdawê re tekez kir, ku wan ji aliyê Amerîkî re gotiye, ew ji bo berdewamiya danûstandinan amade ne, lê ew xemsariyekê ji aliyê Amerîka ve dibînin û nizanin sedemên wê xemsariyê çi ne!

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin