Divê kurd li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin

Divê kurd li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin

.

A+A-

Mustafa Uzun

Herçiqas em dizanin sedema ku kurd bi zimanê xwe napeyivin dewleta Tirkiyê be jî divê siyasetmedar, civaknas, zimannas, psîkolog vê rewşê analîz bikin. Ji bo çareserkirinê pêşniyarên xwe pêşkeş bikin.

Zimanê hevpar nîşana millet bûyinê ye, zimanê tu pê dipeyivî nîşan dide ku tu aîdê kîjan miletî yî. Bi gotineka din li ser rûyê dinyayê herkes li welatê xwe bi hemwelatiyên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî dipeyive. Ev fenomena ha ji bo me kurdên ku li nav sînorên resmî yên Tirkiyê dijîn, ne wiha ye.

Ev ji salekê zêdetir e, ez li Diyarbekirê dijîm. Wekî hûn jî dizanin Diyarbekir bajarê kurda ye û li gor îstatîstîkên 2011an ji sedî 75 yên nişteciyan (yên li Diyarbekirê îqamet dikin) gotine em kurd in. 

Ez jî wekî ferdekî kurd, di jiyana xwe ya rojane de dixwazim bi hemwelatiyên xwe re bi zimanê me yê hevpar  biaxivim. Ez hewl didim ku di hemû danûstandinên xwe de: li sûkê, li bazarê, li dikanê, li qehwexaneyê bi her kesî re bi kurdî bipeyivim. Ev jî mafê min yê xwezayî ye.

Kesên salên wan di navbera 40-90 an de ne, raste-rast bersiva min bi kurdî didin û bi min re bi kurdî dipeyivin, em bi zimanê xwe yê zikmakî sohbetên xweş dikin. Kesên salên wan di navbera 30-40 an de ne, ne jidil bin jî, hin peyvên tirkî di nav kurdiya wan de hebin jî, diyaloga me bi zimanê kurdî pêk tê.

Kesên salên wan di navbera 15-30 an de ne bersiva min pirê caran bi vî awayî didin: "Kürtçe az anliyorum."  (Ez  pir hindik kurdî fam dikim.)

Dema ez dipirsim: Ma tu ne kurd î? Ew dikevin nav stresê, hinek ji wan rûyê xwe tirş dikin û bersiva min nadin, hinek jî bi bişîrîneka nerm, bi vî awayî bersiva min didin: "Kürtçe anlıyorum ama konuşamıyorum" (Ez kurdî fam dikim, lê nikarim biaxivim.)

Jixwe piraniya zarokan hîç kurdî fam nakin, dema tu bi wan re bi kurdî dipeyivî pel-pel li çavên te dinêrin wekî ku tu bi zarokekê/a biyanî re bipeyivî. Ev bûyera malkambax jî dilê min dişewitinê, ji ber ku dê û bavên zarokan kurd in, lê bi zarokên xwe re bi kurdî napeyivin. Bêyî ku bizanibin heger zarok têkiliya xwe bi ziman û çanda xwe ya zikmakî qut bike, ew dê tesîreka negatîf li pêşeroj û jiyana zarok bike. Ji aliyê derûnî de zarok dê xwe nerehet hîs bike û hîsê keseyatiya ku ez kî me dê hertim wî/wê nerehet bike.

Bi awayekê gelek ecêb bîleheq û bîlesebeb bi zarokên xwe re ne bi zimanê dê û bavên xwe, lê bi tirkî ku ne zimanê wan yê zikmakî ye dipeyivin. Ev rewşa hanê li gor lêkolîneka Rûdawê kêm-zêde li hemû bajarên kurda wisa ye. Ev otosansûra ku civata kurd li ser zimanê kurdî daniye ne exlaqî, ne vîjdanî, ne jî pedagojîk e.

Ger ev otosansûra ha ku kurdan bi destê xwe li ser zimanê kurdî daniyê wisa bidome piştî 2-3 neslan li Diyarbekirê kesên bi kurdî dizanin dê belkî biqasî tiliyên destan bimînin, yan nemînin.

Bêşik sedema rewşa ku zimanê kurdî di nav de ye, dewleta Tirkiyê ye. Dewleta Tirkiyê bi salane ji bo ku zimanê kurdî neyê peyivandin bi dehan plan û projeyan amade dike wan plan û projeyan roj bi roj bi cîh tîne Ji ber ku dewleta Tirkiyê baş dizane ka ji bo miletekî  zimanê wî yê zikmakî çiqas muhîm e.

Wekî nimûne:

Serokomar Erdogan di axaftineka xwe ya li Merasima Xelatên Taybet ên Wezareta Çand û Turîzmê ya 2019-2020an da wiha dibêje: "Heke çand ew be ku miletekî ji rabirdûyê heta îro tîne, hêman, tiştê herî girîng a wê çandê ziman e. Çand di qalibê ziman de çêdibe û di qalibê ziman de ji nifşên pêşerojê re tê veguhestin. Bê ziman mirov, malbat, civak, netewe, çand û şaristanî tuneye. Miletên ku zimanê xwe neparêzin û nikaribin wî dewlemend bikin, mehkûm in ku wekî darên rihên wê zuha bûne li ber bayê gurr hilweşin."

Bi kurtî birêz Erdogan dibêje: "Miletê ku zimanê xwe neparêze mehkumî windabûyinê ye."

Ji ber vê yekê jî em kurd divê li dijî otosansûra ku me bixwe li ser zimanê xwe daniye rawestin.

Herçiqas em dizanin, sedema ku kurd bi zimanê xwe napeyivin dewleta Tirkiyê be jî divê siyasetmedar,  civaknas, zimannas, psîkolog vê rewşê analîz bikin. Û sedemên wê û ji bo çareserkirina vê rewşa kambax pêşniyarên xwe pêşkeşî civata kurdî bikin.

Ji ber ku rewşa zimanê kurdî û civata kurd di nav de ye, ne rewşeka  xwezayî ye. Bi ya min wekî min berê jî di Gazete Duvar de nivîsandibû: meriv li malê zimanê xwe yê zikmakî fêr dibe. Bi gotineka din ku dê û bavên kurd li zimanê xwe xwedî derkevin. Û bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, dewleta Tirkiyê çi dike bila bike, dê nikaribe zimanê kurdî tune bike.

Bi taybetî jî partiyên me yên siyasî ku li parlamentoya Tirkiyê kurdan temsîl dikin, ji bo ku kurd li malên xwe bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, plan û projeyan amade bikin. Û zûtirîn roj dest pê bikin malbatên kurdan teşwîk bikin ku ew bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin.

Ku ew partiyên siyasî enerjiya xwe ji bo zimanê kurdî bi kar neynin, weha bawer bikin ku ew enerjiya xwe ji bo çi bi kar tînin bila bînin, dema zimanê kurdî nemîne ew jî namínin Ji ber ku wekî serokwezîr Erdogan dibêje: "Ziman hebûna milletekî ye."

DUVAR

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin