Silêmanî.. Pêşangeheke hunerî bo nexweşên talasîmyayê hat vekirin

Silêmanî.. Pêşangeheke hunerî bo nexweşên talasîmyayê hat vekirin

.

A+A-

 Pêşangeheke hunerî li bajarê Silêmaniyê hat vekirin, ku tê de 109 tablo hatin berçavkirin û nêzîkî 28 ji wan ji aliyê nexweşên talasîmyayê ve hatibûn çêkirin. Serokê Komeleya Talasîmyayê ya Silêmaniyê got, “Çalakiyên bi vî rengî dibin sedema wê yekê ku nexweşên talasîmyayê mîna mirovên normal bifikirin.”

Liya Ebdila, ku 14 salî ye û di jiyê şeşmehiyê de tûşî nexweşiya talasîmyayê bûye, heza xêzkirinê heye. Ev cara yekê ye ku ew tevlî pêşangeheke hunerî dibe û tabloyên wê zêdetir evîna xwezayê nîşdan didin.

Liyayê ji Kurdistan24ê re got, “Em wekî nexweşên talasîmyayê dixwazin bi rêya xêzkirin û çalakiyên din hest û jiyana xwe nîşan bidin.”

Nexweşên talasîmyayê di vê pêşangehê de xwestiye ku bi rêya hunerê du peyaman bigihînin; jiyana xwe ya rojane behs bikin, ku bi çareserkirina bijîşkî re derbas dikin, û herwesa nîşan bidin ku ew jî xwedî behreyên pir bêhempa ne.

Bi temaşekirin û baldariya li ser van tabloyan, hûn dikarin rewşa jiyana nexweşên talasîmyayê fêm bikin. Çalakiyên bi vî rengî ji bo wan girîng in ji ber ku balkişandina ser huner û aliyên derûnî parek ji çareseriya wan e.

Serokê Komeleya Talasîmyayê ya Silêmaniyê Koçer Kerîm got, “Em gelek girîngiyê didin mijar û çalakiyên hunerî ji ber ku ew wesa li nexweşên talasîmyayê dikin ku, ew xwe wekî mirovên normal bibînin û li ser nexweşiyên xwe nefikirin. Ji ber vê yekê jî, çalakiyên bi vî rengî pir girîng in.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin