
Celadê Sedam Hecac Tikrîtî li tawanên dijî Kurdan mikur hat
.
31ê Tîrmehê Ofîsa Şanaz Îbrahîm Ehmed a Xanima Yekem a Iraqê ku hevjîna Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd e ragihandibû ku tawanbarekî komkujiyên Enfalê yê bi navê Hecac Ehmed Herdan hatiye girtin û ji girtî, malbatên girtiyan û kesên bêserûşûn daxwaz kir, ji bo tomarkirina giliyên li dijî wî tawanbarî pêwendiyê bi wan re deynin.
Piştî girtinê Hecacê ku wekî “Celadê Zindana Nugre Selmanê” tê naskirin, li tawanên xwe mikur hatiye û diyar kiriye ku wan rojane bi awayekî sîstematîk girtî birçî hiştine û wan destdirêjî li girtiyan kiriye. Herwiha eşkere kir ku tenê di nava 10 mehan de ji sêyeka girtiyan jii ber îşkenceyan birçîmanê mirine.
Ecac ji rojnameya Seba ya ku rojnameya fermî ya Hikûmeta Iraqê ye re axivîye û berpirsyariya tohmetên ku li wî hatine barkirin red nekiriye û li xwe mikur hat ku "wan rojane bi awayekî sîstematîk girtî birçî hiştine û destdirêjî li wan kirine."
Ecac gotiye, dema wî îdareya Zindana Nugre Selmanê wergirtiye, 400 girtiyên Ereb tê de bûne; wan ew veguhastine û li şûna wan 3 hezar girtiyên Kurd ên xelkê parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê anîne zindanê.
Ecac li xwe mukir hat ku "wan birçîkirin wekî çekeke cengê ya wêranker bi kar aniye ku ji bombebarana leşkerî kêmtir nebûye û tenê di nava 10 mehan de sêyeka girtiyan can dane.”
Derbarê Ecac de
Ecac Ehmed Herdan Ubêdî li parêzgeha Selahedînê ji dayîk bûye û derçûyê dewreya 7an a Koleja Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê ye.
Ecac, li rêveberiyên ewlehiyê yên Hewlêr, Rumeysa, Necmî, Bisiye û Musennayê kar kiriye heta ku bûye berpirsê giştî yê Zindana Nugre Selmanê.
Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî ku yek ji tohmetbarên sereke yên tawana Enfalê ye, roja 31ê Tîrmehê hatibû girtin.
Sala 1988an, rejîma Beasê bi pêngaveke leşkerî ya mezin û plankirî, bi 8 qonaxan pêvajoya Enfalê ya li dijî Kurdan dabû destpêkirin. Kesên ku di Enfalê de hatibûn girtin, ji hev hatine veqetandin. Ciwan bi otobusan ber bi çalên mirinê ve hatibûn şandin. Jin, zarok, kal û pîr jî ji bo zindana tirsnak a Nugre Selmanê ya li başûrê Iraqê ya ser sînorê Erebistana Siûdî hatibûn veguhestin.
Girtiyên li Zindana Nugre Selmanê, rojane ji aliyê celadê bi navê Hecac Tikrîtî ve rastî îşkenceyê dihatin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin