
Daxwaza Kurdan bû hêviya pêkhateyan: Federalî, kanton an nenavendîtî?
.
Êrişa li parêzgeha Siwêdayê ya Durziyan a li başûrê Sûriyeyê û encamên şerê li wê herêmê, tabuya li dijî sîstema nenavendî şikand.
Li Sûriyeyê daxwazên sîstema nenavendî êdî ne tenê bi aliyekî siyasî yan jî pêkhateyeke taybet ve girêdayî ne.
"Em nenavendiya îdarî dixwazin"
Şêwirmendê Encumena Eşîra Cibûran Şêx Ekrem Mehşûşê ku ji parêzgeha Hisîça ye, ji Rûdawê re got ku ew daxwaza nenavendiya îdarî dikin û anî zimên:
“Em sîstemeke nenavendî dixwazin, nenavendiya îdarî, ji ber ku çend cureyên nenavendiyê hene, em nenavendiya îdarî dixwazin ku em kar û barên xwe bi rê ve bibin.
Yanî serweriya dewletê dimîne. Em daxwaza sîstemeke nenavendî di nav Dewleta Sûriyeyê de dikin.”
"Ji Sûriyeyê re sîstemên federal û kantonan guncav in"
Serokê Tevgera Karê Sivîl a Sûriyeyê Îsa Îbrahîm jî li ser mijarê got:
“Divê xwezaya dewleta Sûriyeyê ji aliyê demografî û herêmî ve di birêvebiriyê de reng vede.
Lewma ez dibînim ku ji Sûriyeyê re guncav e ku sîstema federal û sîstema kantonan bê pejirandin.
Divê mafê her kantonekê hebe ku hakimê xwe yê xwecihî û encûmena xwe ya nûnertiyê hilbijêre, kar û barên xwe bi xwe birêve bibe û di kar û barên serwerî yên wekî parastin û karên derve de bi navendê re hevbeş be.
Her wiha divê du encumen hebin, ya nûneran û ya pîran. Dibe ku ev form ji bo siruşta civaka Sûriyeyê ya herî guncav be.”
"Ez bawer nakim ku li ser nenavendiya îdarî xalên nakok hebin"
Berpirsê Kar û Barên Amerîkayê yê Wezareta Derve ya Sûriyeyê Quteybe Îdlibî jî berê ji Rûdawê re gotibû ku ti pirsgirêka wan bi nenavendiya îdarî re nîne û wiha pê de çûbû:
“Birêvebiriya Dewleta Sûriyeyê û hikûmeta Sûriyeyê îro di gelek warên hikûmraniyê de, bi taybetî hikûmraniyên xwecihî, li ser bingeha nenavendiyê ye. Bi taybetî nenavendiya îdarî, ji ber vê yekê ez bawer nakim ku li ser nenavendiya îdarî xalên nakok hebin.”
Li Sûriyeyê êdî dengên li dijî sîstema nenavendî kêm û melûl dibin. Êdî nakokî ne li ser sîstema nenavendî ye, belkî li ser cureyên vê nenavendiyê ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin