PWK: Bêtehamulîya li himberî axaftina bi kurdî tûrnûsoleka vê pêvajoyê ye

PWK: Bêtehamulîya li himberî axaftina bi kurdî tûrnûsoleka vê pêvajoyê ye

.

A+A-

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), li ser helwesta Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş ku rê neda Dayikên Aştiyê bi Kurdî biaxivin, daxuyaniyeke belav kir. PWK diyar kir ku ev helwest "bêtehemuliya li hemberî axaftina bi Kurdî tûrnûsolek e ji bo vê pêvajoyê."

Daxuyaniya PWKê wiha ye: 

PWK: Bêtehamulîya li himberî axaftina bi kurdî tûrnûsoleka vê pêvajoyê ye

Roja 20.08.2025ê, ‘’Komîsyona Piştigirîya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê’’, di civîna xwe ya pêncemîn de li nûnerên Dayîkên Aştîyê guhdar kir.

Li ser navê Dayîkên Aştîyê Nezahat Teke, Rabia Kiran û Turkiye Bozkurt beşdarî civînê bûn.

Di civînê de, daxwaza axaftina bi Kurdî ya Nezahat Teke û Rebia Kiranê, ji aliyê Serokê Parlamentoya Tirkîyeyê, herweha Serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê Nûman Kûrtûlmûş ve bi hinceta “rêziknameya navxweyî ya parlamentoyê û rêziknameya zimanê fermî rê nade” hate redkirin.

Gava ku Rebîa Kiran bi kurdî dest bi axftina xwe kirîye, Nûman Kûrtûlmûş midaxale kirîye û gotîye ‘’Divê hûn bi tirkî axaftina xwe bidomînin’’. Rebia Kiranê piştî hişyarîyan axaftina xwe bi tirkî domandîye.

Nezahat Tekeyê nehiştina axaftina xwe ya bi kurdî wekî “neheqî”yê bi nav kir.

Em aştî, çareserkirina pirsa kurd, demokrasî, azadî, wekhevî û dadmendîyê danin alîyekî; em bi nêrîneke weha re rû bi rû ne ku, bi hinceta “astengîyên qanûnî û rêziknameyên navxweyî”, tehemmulî axaftina bi kurdî jî nayê kirin.

Bêtehemmulîya li hemberî axaftina bi kurdî û bêdengiya endamên komîsyonê ya li himberî vê helwesta Nûman Kûrtûlmûş, cîhê mixabinîyê ye û ji bo gengeşîyên li ser vê pêvajoya heyî turnusolek e.

Ev mînak jî bi awayekî zelal nîşan dide ku gava yekem a aştî, çareserkirina pirsa kurd, demokrasî, azadî, wekhevî û dadmendiyê, bi misogerkirina statuya qanûnî û makezagonî ya nasnameya kurdî, bi mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê yê kurdî û li gel tirkî wek zimanê fermî pejirandina kurdî destpê dibe.

21.08.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)gfgfh.jpg

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin