Di salekê de 39 kolber hatine kuştin û 356 kes jî birîndar bûne

Di salekê de 39 kolber hatine kuştin û 356 kes jî birîndar bûne

.

A+A-

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di salekê de 39 kolber hatine kuştin û 356 kolber jî birîndar bûne.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê li ser kolberan raporek belav kir.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di raporê de ragihand ku ji 21ê Adara 2023yan heta 21ê Adara 2024an herî kêm 39 kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê bi sedemên cuda canê xwe ji dest daye û 356 kolber jî birîndar bûne.

Li gorî raporê 39 kolberên canê xwe ji dest daye, 27 ji wan bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin.

Herwiha kolberek jî bi guleyên Hêzên Parastina Sînorî yên Îraqê ve hatiye kuştin.

Li gorî wê raporê, 2 kolberan dema dixwest ji ber hêzên leşkerî yên Îraqê birevin di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Di raporê de hate destnîşankirin ku 2 kolber ji ser çiyê ketine xwar û canê xwe ji dest daye, 2 kolber qufilî ne, 2 kolber di çem de xeniqî ne, kolberek bi krîza dil û kolberek jî di bûyera trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Di salekê de 356 kolber birîndar bûne

Li aliyê din, li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ji 21ê Adara 2023yan heta 21ê Adara 2024an 356 kolber birîndar bûne.

Ji wan 311 kes bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê, 8 kes bi lêdanê, 6 kes ji ser çiyê ketine xwarê û 5 kes jî bi guleyên Hêzên Parastina Sînorî yên Îraqê birîndar bûne.

Herwiha 11 kolber di bûyerên trafîkê de, 9 kes ji deverên bilind ketine xwarê û 6 kesên din jî bi teqîna mayînan birîndar bûne.

Ji wan kolberên ku bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê birîndar bûne 15 kes zarok bûne.

Kolber

Kolber zêdetir kelûpelên nav malê û cilûbergan vediguhêzin ku ew bi xwe jî ne xwediyê bar in.

Kolber kelûpelên bazirganan li beramberî pereyên kêm ji sînor derbasî aliyê Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Kolber dibêjin, wan ji ber nebûna derfeta kar berê xwe daye vî karî û eger derfeta kar hebe ew canê xwe naxin metirsiyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin