
Mucteba Xamineyî ji bo uranyumê biryar da
.
Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên derxistin.
Dibe ku ev gava Tehranê bibe sedema krîzeke nû ya di dan û standinên bi Trump û Netanyahu re ku şertê wan ê sereke "derketina uranyumê" ye.
Hevdîtinên agirbestê yên ku bi Amerîka û Îsraîlê tên kirin, ji ber nakokiyên li ser paşeroja stokên uranyumê xitimîn.
Çavkaniyên pilebilind ên Îranî ji Reutersê re ragihand ku Rêber Olî yê Îranê Mucteba Xamineyî fermanek belav kiriye û tê de şandina uranyuma meyandî (dewlemendkirî) ya derveyî welêt qedexe kiriye.
Helwesta di dan û standinan de tund bû
Li gorî çavkaniyên Îranî yên nêzîkî mijarê, birêvebiriya Tehranê bawer dike ku eger stokên uranyumê ji dest bidin, welat dê li hemberî êrişên ihtimalî yên Amerîka û Îsraîlê bê parastin bimîne.
Ev fermana Xamineyî redkirina rasterast a daxwaza Washingtonê ye ku dixwest uranyum ji welêt were derxistin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu berê di daxuyaniyekê de destnîşan kiribû ku heta uranyuma meyandî ji axa Îranê bi temamî neyê paqijkirin şer bi dawî nabe.
Hat ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di vê mijarê de garantî daye Tel Evîvê.
Di hevdîtinên ku bi navbeynkariya Pakistanê tên kirin de, aliyê Îranê guman dike ku agirbesta niha ji aliyê Washingtonê ve wekî "taktîkeke berî êrişên nû” were bikaranîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin