
Piştî biryara sêdaredana "Ecac Tikrîtî"; Kesûkarên Enfalkiriyan gihîştin Nugreselmanê
.
Piştî derketina biryara sêdaredanê (îdamê) bo celadê Nugreselmanê "Ecac Tikrîtî", bi sedan kes ji malbatên Enfalkiriyan û rizgarbûyîyên wê girtîgehê bi merema seredankirina cihê zindankirina ezîzên xwe gihîştin parêzgeha Musenayê û li nav kela Nugreselmanê merasîmeke taybet li dar dixin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Herêm Caf, ku hevserferê şanda malbatên Enfalkiriyan e, îro (Înî, 22ê Gulana 2026ê) ragihand: "Bi sedan welatî ji bajar û deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê duhî ber bi parêzgeha Musenayê ya li başûrê Iraqê bi rê ketin û piştî mana şevê li navenda wî bajarî, serê sibêha îro gihîştin Kela Nugreselmanê."
Ev seredana dîrokî û tije hêsir piştî wê yekê tê ku Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê cezayê sêdaredanê li ser Ecac Tikrîtî sepand, ku wekî berpirs û celadê zindana Nugreselmanê dihat naskirin. Ev biryara dadgehê bû sedem malbatên Enfalkiriyan dilxweşiya xwe diyar bikin.
Peyamnêrê K24ê diyar jî kir ku wekî wefayekê bo canê ezîzên xwe, kesûkarên Enfalkiriyan biryar daye qurbaniyan bibîr bînin û destên gulên Kurdistanê deynin ser wan gorên bikom ên li biyabanê ku heta niha şûnwarên wan winda ne û bi hezaran Kurd tê de bi saxî hatine binaxkirin.
Gotar û Nimêja Îniyê ya Bikom li Nav Zindana Reş
Peyamnêrê me amaje bi wê yekê jî kir ku biryar e her îro, li nav girtîgeha Nugreselmanê, gotar û nimêja Îniyê ya bikom ji aliyê kesûkarên qurbaniyan ve bên xwendin û kirin; wekî sembolek bo xweragirî û zindîmana bîranîna Enfalkiriyan li wî cihê ku di salên reş de mezintirîn tawan di derheqa gelê Kurd de tê de hatibûn kirin.
Pêlên Enfalê di sala 1988ê de ji aliyê rejîma Beisê ve hatine birêvebirin, ku tê de bi hezaran mirovên Kurd hatin şehîdkirin û bêserûşûnkirin; Kela Nugreselmanê jî yek ji navendên herî bitirs bû ku bi hezaran malbatên Kurd tê de hatibûn girtin û rûbirûyî îşkence, birçîbûn û tawanên tûnd bûbûn.
Biryara Dadgehê bo Sêdaredana Celadê Nugreselmanê
Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê li roja Pêncşemê, 14ê Gulana 2026ê, di rûniştina xwe ya duyê de, ku girêdayî darizandina Ecac Tikrîtî bû, biryara sêdaredanê (îdamê) ji "Ecac Herdan Ehmed Tikrîtî" re derxist, piştî ku hemî belgeyên kuştin, binaxkirina bi saxî û tadariya seksî ya li dijî jin û keçên girtî hatine selimandin.
(K24)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin