RÊYA AZADİYÊ YEKÎTİYA GELÊ KURD E!..
RÊYA AZADİYÊ YEKÎTİYA GELÊ KURD E!..
Pirsa herî girîng ya rojane li pêş Kurdan heyî Kurdên li her perçeyî yê mafê çarenusiya xwe bi ew gelê pêva dijî va yê çawa pêk bînin? An ji Kurdên her çar perçeyan bi hevra mafê xwe yê azadiyê (mafê çarenûsiya xwe) çawa bi hevre yê ava bikin?!. Doza Kurdistanê ya rojane yekemîn ew e! Lê belê hemî hêzên Kurd heya roja îro bi dil û can xwe nadin ser vê pirsê! Em hemî hêzên Kurd bidin alîkî, hêzên Kurd ku di her perçeyî de heyî, ewna jî nikanine ku yeketiya nav xwe pêk bînin!..
Dêma di parçeyekî de hêzên Kurd nabin yek, ne hevceye ku em li ser bereyî Kurdistana gevre qise bikin! Ew tê wê wateyê ku hîn dema Kurdistana azad nehatiye holê! Dêma wê jî kîngê hêzên Kurd yên netewî her perçeyîde bûne yek, wê demê mirov dikane li ser rewşa Kurdistana mezin bipeyîve… Lê belê civînên wek civîna li Hewlerê (Erbil) bûyî jî pir girîngin! Ji bo duweroj ew gavek girîng têyê pejirandin…
Înstîtûta Kurd ya Lozanê lêkolînek li ser jimara Kurdan li cîhanê pêk anî. Di encamê de li gora lêkolîn û baweriyên saziyên akademîk yên Kurd, hejmara Kurdan li cîhanê her ku diçe zêde dibe. Li gor statîstîkên fermî li ser erda Kurdistan û li hemî cîhanê di navbera 50 heya 70 milyon Kurd hebûna wan têye nîqaş kirin!.. Li gor agahiya Înstîtûta Kurd Ya Lozanê li Bakûrê Kurdistanê nêzîkî 32.8 milyon, Rojhilatê Kurdistanê 18.3 milyon, Başûrê Kurdistanê nêzîkî 7.9 milyon, Rojavayê Kurdistanê 3.6 milyon û li diyaspora (li dervayî welat) dema em tê de dijîn bi milyonan Kurd, bes li Elmanyê nêzîkî 2 milyon Kurd dijîn…
Karûbarên li dervayî welat li ser avakirina bereyeke neteweyî ya Kurdistanî heye. Ew avabûyîn gaveke girîng û stratejîk e! Hewcedariya wê yekîtiyê bi yekitiya siyasî, civakî, leşkerî bi hemî partî û hêzên Kurd ku bingeha xwe li welat baştirîn bi wan re berdewam bike!..
Civîna 12-13 Cotmeh 2026 ya li Hewlêrê (Erbil) ji aliyê „Enstîtûta Rojhilata Navîn ya bi navê „MERΓ pêk hatî de bîryarên girîng hatin girtin!.. Komcivîn her çiqas hemî hêzên Kurdistanê hembêz nekirî be jî, ji bo duweroja Kurdistanê civînek pir di ciyê xwe de hate pejirandin. Ji ber ku ew civîn bi nûnerên Partiya Demokrad Kurdistan (PDK) û Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) her ku diçe wana nêzîkî hevûdu dike. Di civînê de Serokê Dewleta Kurdistan ya Federal birêz Neçirvan Barzanî jî ciyê xwe girtî bû. Serokê YNK Bafıl Talabanî, ji partiyên Bakur serokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan û ji Rojava Mazlum Abdî bi berpirsiyara Rojava ji wana yek wek Îlham Ahmed û serok wezîrê İraqê yê kevn Muhammed Şiya es-Sudanî jî di civînê de beşdar bûyî bûn!.. Di mijara civînê de doza Kurdan ya tê de dijî, rêyên çareseriya Kurdan ya demokratîk û yekîtiya netewî ya Kurdistanê jî hatî bû gotûbêj kirin! Ew civîna ji bo navçeya haremê û ji bo "Îtîfaqa Kurdan ya Netewî“ civînek bingehî hat pejirandin!..
Ji xwe Dewleta Kurdistan Federal her çiqas ne li gor dilê hemî Kurdan be jî heye û parçeyekî Kurdistanê ji aliyê pir dewletên netewî ve jî ew têye pejirandin! Pêwiste ku Kurd ji ew derfetên destketî jê sûd werbigirin û wana baştirîn pêşta bibin! Ta ku heya welat mafê çarenûsiya xwe tayîn bike!..
Di daviyê ew civînê de biryara herî girîng ya hatî girtin ew bû ku:“Kongireya Netewî ya Kurdistanê ji bo amadekirina wê ji 21 kesan komîteyek hate hilbijartin! Pêwist hate dîtin ku Komîte ne di bandorê tu hêzan de bet! Di ser partiyan re hemî hêzên Kurdistanê hembêz dike û bi vîzyona „Yekîtîya Netewî“ hebûna xwe dayê nasîn!..
Ji bo Kurdistan bereyêk netewî yê çawa li ser xaka pîroz pêk be?!. Pirsa me ya îro bingehî jî ew e! Ji bo ku li Kurdistanê bereyeke netewî ya serkeftî û mayînde pêk bê, pêwiste ku wek civîna Hewlerê civînên girîng li gorî nêrînên zanyarên rêzanî (siyasî) yên Kurd, divê gavên bingehîn û stratejîk jî werin avêtin. Ev nêrînina di aliyê stratejîk û dîrokî de ji bo gelê Kurd girîngiyeke wan bêguman heye... Bes berjewendiya bilind ya neteweya Kurd divê ew di ser berjewendiyên partî, îdeolojî, malbat û di ser serok û şexsiyetan re be!.. Di aliyê dîn de hemû hêzên siyasî, tevî cudahiyên baweriyên xwe yên îdeolojîk wek çep, rast, olî, lîberal û baweriyên xwe yên dîn li ser parastina destkeftiyên netewî pêwiste ku hemû li hev bikin. Di dawiyê hevhatinek wûsa da pêwiste ku di nav xwe de Hemî Kurd „Konseya Rêveber ya Hevpar“ hilbijêrin! Di ew konseya hatî avakirin de bê guman pêwiste ku nûnerên hemû partî û saziyan, heya ku rewşenbîrên bi serê xwe ku Konsey dikane jê sûd verbigire di aliyê siyasî û teknîkî de ew jî di konseyê de cîhê xwe bigirin!..
Komcivîna Hawlerê jî her çiqas hemî hêzên Kurdistanê hembêz nekirî be jî, ji bo duweroj civînek pir di ciyê xwe de ye! Ji ber ku ew civîn berpirsiyarên Partiya Demokrad Kurdistan (PDK) û Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) her ku diçe wana nêzîkî hevûdu dike. Ji xwe Dewleta Kurdistan Federal her çiqas ne li gor dilê hemî Kurdan be jî heye û parçeyekî Kurdistanê ji aliyê pir dewletên netewî ve jî ew têye pejirandin! Pêwiste ku Kurd ji ew derfetên destketî jê sûd werbigirin û wana pêşta bibin! Ta ku heya welat mafê çarenûsiya xwe tayîn bike!..
Di saziyek wûsada ne tenê ji aliyê yek an jî du partiyên mezin de, lihevhatina piraniya hemî dengan biryar yên werin girtin û pejirandin!.. Di hevhatinek wûsa da hêzên leşkerî û ewlehiyê divê ji bin kontrola partiyan derkevin û bibin yek artêşa netewî ya di bin fermandariya ew konseya pêk hatî de!.. Rêyek wûsa pêşiyê li dewletbûna netewî ya Kurdistanê vedike!..
Bereyek netewî û serbixwe, bêguman divê xwe ji bin bandora dewletên herêmî yên dagirker ku Kurdan ji xwe re wek neyar dibînin, ew dixwazin Kurdan li dijî hevûdu bi kar bînin û rizgariya wana paşda bihêlin, Kurdan her dem bindest bihêlin...
Karekî wûsa pir jî ne hêsan e! Lê rêya azadiyê jî hêdî hêdî wûsa vedibe! Dema Kurdan xwe temsil kirin, wê demê ew dikanin li qada navneteweyî de bi yek dengî û di bin sîwana stratejiyeke hevpar ya dîplomatîk de xwe temsil bikin!.. Wê demê Kurd dikanin navnetewî de xwe temsil bikin û bibin devlet! Her alîde, çi siyasî û çi aborî hin devletên Kurdan nepejêrin hebin jî, ew bê tesîr dimînin!.. Hewce nîne ku li cihanê her dewletên dagirker bi Kurdan re dost bin jî!..
Rojên azad li pêş gelê Kur in! Ji bo vê jî pêwistiya Kurdên welatparêz hembêz kirina wana ya bi dil û can bi hevra heyê. Azadî mafê Kurdan e! Ew roj herku diçe nêzîktir dibe!.. Bê guman roj yê bê, Kurd jî wek her netewî yê li ser xaka bav û kalên xwe azad bijîn!..
18 Ekim 2026
Abuzer Bali Han


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin