Di Nav Kurdên Ermenîstanê de Pîrozkirina 8ê Adarê

Di Nav Kurdên Ermenîstanê de Pîrozkirina 8ê Adarê

.

A+A-

Rohat Alakom

                                                                                 kapali-dukkan-afis.png

Karîkatûreke 8-Adarê, sala 1988an û bi guharên reqema 8

Ji ber zêdebûna 8an, hunermend navê berhemêdanîye: “Moda 88”

(Rêya Teze, 8-3-1988)

 

Heta niha li ser dîroka mijara pîrozkirina Cejna 8-Adarê Roja Jinan ya Navnetewî di nav kurdan de li Kurdistanê û li welatên din kêm agahî û zanyarî gihîştine ber destê me. Li jêr dixwazim bi kurtî pîrozkirina 8-Adarê li Kurdistanê ûdi nav jinên kurd li Ermenîstanê de hin agahiyan pêşkêş bikim ji bo lêkoleran bibe alîkarîkê.

8-Adarê Roja Jinan ya Navnetewî cara yekem di sala 1910an de li Kopenhagê hatiye îlankirin û bi sînorkirî hatiye pîrozkirin. Di sala 1975an de ji aliyê Yekitiye Netewan dewek roja jinan hatiye pejirandin û li hin welatan bûye rojeke tetîlê jî.

Dema di sala 1946an de Komara Mahabadê saz dibe, jinên li vê herêmê jî bo xelasiya gelê kurd, ked û mafên xwe dengê xwe bilind dikin. Di van salan de wek tê zanîn têkiliyên Komara Mahabadê û Yekitiya Sovyetan di warê çandî de jî xurt dibûn. Hêzên çep, pêşverû û demokrat hertim maf û azadiya jinan, dostaniya gelên cihê diparastin. Di roja 8-Adarê 1946 konferansek bi pêşengiya Mîne Xanimê di Navenda Kurd-Sovyetê deçêdibe. Gelek kesên naskirî, mamoste, xwendekar û jinên kurd tevî vê çalakiyê dibin.[1]

Li welatên ku kurd lê dimînin, jinan ligel mafên xwe, xelasiya gelê xwe, keda xwe ev roja wek çekeke tekoşînê hilbijartiye.Hin komên sîyasî û radîkal jî ev roja wek roja şoreş û serhildanê nirxandine. Partîyên polîtîk heta ji dest wan hatiye, xwestine xwe bigihînin nîvê civatê yê din ango koma jinan.

Piştî ku di sala 1975an de 8-Adarê ji aliyê Yekitiye Netewan de wek roja jinan hat pejirandin,heman salê wek mînak li Tirkiyê êdî pêşiya pîrozkirina roja jinan hat vekirin, sal bi sal gelek sazî û kes tevî vê roja şahiyê bûne. Piştî van guhartinan êdî jinên tirk û kurd ji cîhê girtî derketin, li meydanan dengê xwe bilind kirin. Di terîxa 3-6-1975an de li Stembolê Komela Jinên Pêşverû ji aliyê jinên tirk de hate sazkirin. Ev komeleke çep û pêşverû bû û dihate gotin ku Komela Jinên Pêşverû nêzîkî Partîya Komunîst ya Tirkiyê ye. Qasî 33 şubeyên wê vebûn, hejmara endamên wê di nav demeke kurt gihîşte 15 hezaran. Tebaxa sala 1975an de vê carê rojnamaDengêJinan bi tirkî derxistû ev weşan digihîşte 35 hezar kesan. Komela Jinên Pêşverû hêdî hêdî li herêmên ku kurd lê dimînin dest bi karên rêxistinî kir. Kêm be jî hin têkiliyên wan û jinên kurdçêbûn.

8-Adarê paşê li bajarên mezin li Tirkiyê û herêmên Bakûrê Kurdistanê jî hate pîrozkirin. Di 1977an de Komela Jinên Şorişvan û Demokrat ji aliyê komek jinên kurd de li Dîyarbekirê saz bû. Wan di roja 10-3-1979an de di saloneke mezin de şahîya 8-Adarê pîroz kirin. Mirov dikarê bi kurtî bêje ku jinên kurd li Kurdistana Bakûr cara yekem di nîvê duwem yê salên 1970yî dest pê kirine ev roja xwe bi girsî pîroz kirine.[2] Paşê hin endamên vê komelê de hatine cezakirin, yek j van jinan Sabîha Otlu ye. Ji ber ku wê di roja 8-Adarê de axaftinek kiriye dadigeheke tirk qasî 8 sal ceza dane wê. Vê mijarê bala çapemeniya ewrûpî jî kişandiye.[3]

 

II

 

Ev roja jinan di nav kurdên Bakûr de wek“8-Adarê Roja Jinan ya Navnetewî”yan jî “8-Adarê Roja Jinan ya Cîhanê”hatiye navandin. Di devoka Kurdên Sovyetê de jî “8-Martê Roja Jinaye Ortamiletîê” tê gotin.

 

                                                   c-001.png

Koma wekîlê jinê Cercerîsê

(Rêya Teze, 8-3-1934)

 

Kurdên ku li Yekitiya Sovyet mane ji salên 1920an vir da heta salên belavbûna Sovyetê bi pergal roja 8-Adarê wek cejna jinanpîroz kirine. Dema 8-Adarê nêzîk bûye di rojnama kurdî Rêya Teze de li ser roja jinan gelek nivîs, helbest, wêne û karîkatûr hatine weşandin.[4]Rojnameyê cîhekî fireh daye rewşa jin û keçên kurd yên ku di karên xwe de pêşketine.Him bi nivîs û him bi wêne ev dayîk, çêlekdoş û xwendekarên jin hatine nasandin.Ewpaşê hatine xelatkirin. Mirov dikare bêje ku rojnama Rêya Teze him bi giştî di derbarê dîroka jinên kurd, him jî bi taybetî di derbarê mijara 8-Adarê de gelek agahî û zanyariyên balkêş pêşkêşî xwendevanên xwe kiriye.

Rojnama Rêya Teze ku li van salan de li Rewanê derdiket, di sala 1934an de wek mînak di rûpelê pêşîn yêhejmareke xwe bi temamî ji mijara Roja Jinan 8-Adarê re veqetandiye. Di vî rûpelî de nivîseke dirêj di derbarê rewşa jinan ya berê û ya niha heye ku ji aliyê Etemê Emo de amade bûye. Ew di derbarê pîrozkirina 8-Adarê de wiha dibêje: “8-Adarê roja azaya jinane, hersal em vê eydê dikin”. Mirov ji van gotinan fam dike ku cejna 8-Adarê ev çend sal in li Rewanê hatiye pîrozkirin. Rêya Teze di vê hejmara xwe de du wêneyên jinên kurd jî weşandiye. Helbestekî bi navê Laçka xuşka min heye. Heciyê Cindî ev helbest wergerandiye kurdî. Di helbestekî din de jî kesên bi navê Nîgar û Heso dipeyîvin, di çarîna dawî de Nîgar û Heso dîtinên xwe wiha bi hevre dibêjin: “Xweş be 8-Adarê/Roja azaya jina/Xweşbe Hûkmata Şêwrê/Wetanê prolêtare dinê”.Di binê vê beşê de jî îmzeya L. Beko heye.[5]

                                                  c-1.png

Ev rûpelê pêşîn yêhejmareke Rêya Teze hemû li ser 8-Adarê ye

 (Rêya Teze, 8-3-1934)

 

8-Adarê bi awayên din jî ji aliyê kurdên Ermenîstanê de hatiye pîrozkirin. Dengbêjê navdar Mecîdê Silêman tevî komek keç kilameke bi navê Heyştê Martê gotine.Ev kilam wek marşa jinan bi salan di Radyoya Rewanê de hatiye gotin. Ev yeka jî nîşan dide ku hatina cejna 8-Adarê û pîrozkirina wê di nav gel de bûye rojeke dilşahîye:

Heyştê Martê

Îro heyştê Martêye, roja eyda jinaye,
Şahî ketiye dinêye, şahî boy me hemîyane,
Boy hatina vê roja rind, xemilîne bajar gund.
Zef şa dibin jin û bûk, pîrê zeman, qîzê çûk.
Wisa jî boy vê şayê, dilê Sînemê dayê.
Bi eşqê bûye tijî, pêra tê kêfa mi jî
.[6]

Di şaxeke din ya vê kilamê de hin guhartin xuya dikin. Ev şaxa ji aliyê Cemîla Celîl de bi nota hatiye weşandin. Di vê şaxê de wek mînak em rastî rêza “Bi hezara dil şane” tên.[7]

 

Îro heyştê martêye

Roja eyda jinaye.

 

Şayî ketye dinêye

Bi hezara dil şane.

 

Zef şadibin jin û bûk

Pîrê zeman û qîzêd çûk

 

Di binê vê şaxê de em van gotinan jî dixwînin: “Got Mecîtê Silêman û bi nota nivîsî Cemîla Celîl”.[8]

                                                   c-2.png

Gotin û notayên kilama Heyştê Adarê

(Rêya Teze, 19-3-1964)

Carina jî hin jinên kurd yê navdar dema Cejna 8-Adarê nêzîk bûye bi weşandina peyamancejna jinan pîroz kirine, wek ronakbîreke kurd Nûrê Polatov, bêjera Beşa Kurdî yaRadyoya Rewanê Eznîva Reşîd û lîstikvana hunera sîrkê ya navdar Nazê Şîray.Nûrê Polatov di sala 1955an de di roja 8-Adarê de di derbarê rewşa jinên kurd de nivîseke kurt weşandiye. Ew rewşa jinan ya duh û îro dide berhev, dîyar dike ku jin di gelek waran de gîhiştine maf û azadiyên xwe. Navên çend jinên kurd jî dide ku di salên 1950yî dediçûneunîversîteyê: Frîca Cewarî, Donara Nado, Sîma Semend, Emma Usiv, Şera Emîn, Naza Seîd, Emma Biro.[9]Eznîva Reşîd jî di vê nivîsa xwe ya kurt de 8 Adarê, roja jinan ya navneteweyî pîroz dike, bona keç û jinên kurd, bona hemcinsên xwe yên ku di Radîyoya Rewanê de wek dengbêj, stranbêj û muzîsyên kar kirine tiştine baş dibêje û li ser pêşketina wan disekine. Di nivîsê de navên çend dengbêjên jinîn jî dide û vê cejna wan pîroz dike:

“Ji guhdarvanêd me kê Sûsika Simo, Belga Qado, Kubara Xudo, Zadîna Şekir, Asa Avdal, Naza Kokil, Seyrana Musa û gelekêd mayîn nas nake, êd ku bûne hizkirîê guhdarvana. Çiqas heftêye ji radîoguhdara bi deha name têne stendinê, wekî dengbêjêd qîz wanara klama bistrên”.

Ev nivîsa ku berî gelek salan hatiye weşandin wek mesajek, peyamekê jî dikare bê hesibîn. Nivîs di warê dîroka pîrozkirina Roja Jinan ya Navnetewî de dokumenteke balkêş e. Nivîsa Eznîva Reşîd hewa û atmosfera polîtîk ya wan salan jî bi vekirî nîşan dike.Ew di dawiya peyama xwe de ji dengbêjên jinîn û “dota kurd” dixwaze ku ew ji vir şunda dengê xwe hîn jî bilind bikin:

 

“Îro roja 8-ê Martê em çawa hemû jinara, usa jî omidêd xweye dengbêjra açixîêd xebatê dixwazin û dibêjin: derheqa emrê meyî bextewarda dha kubar û blind bistrên dotêd kurd…Bra dengê we çar qulbê dinê belabe û her yek bizanbe, wekî cimaeta sovêtîê çawa dixebite, dijî û axriya merivayêye nûr-komunîzmê çêdike”.[10]

Hunermenda sîrkê Nazê Şîray di destpêka vê peyama xwe ya bi sernava “Eyda we bimbarekbe!” de wiha dibêje:

 “Ez bi dil, roja jinaye Ortamiletîê-8-ê Martê, eyda wetenvanêd xwe bimbarek dikim” dibêje. Ewdîyar dike ku “Dinyaêda cara ewlin welatê meda extîyarîyêd jina û mêra bû wekhev...”Paşê di vê peyama xwe deew li dijî şer derdikeve: “...dinyaêda her tenê edlayîbe, tu cara ji çavê dayka hêsir nebarin, tu zarok etîm nemîne[11]

 

                                                   c-3.png

Nivîskarakurd Sîma Semend û serhatiya wê Pêşkêş ku

li ser mijara wê 8-Adarê ye  (Rêya Teze, 24-3-1971)

 

Mijara 8-Adarê herweha bûye temaya berhemên hin nivîskarên kurd jî. Yek ji vanSîma Semend eku gelek caran rewşa jinên kurd ya duh û îro kiriye mijara berhemên xwe û ew dane ber hev. Yek ji wan mijarên ku Sîma Semend di serhatiyên xwe yên edebî de derxistiye pêş, di nav kurdan de pîrozkirina Cejna 8-Adarê ye. Ev roja, maf û azadiyên jinan ji bo Sîma Semend jî mijareke giring bûye. Wê du serhatiyên xwe ji vê mijarê re veqetandiye: Pêşkêş û Xwedêda. Serhatiya ku mirov bi hewaskarî dixwîne bêgûman berhema bi navê Pêşkêşe. Zarokê malê Seîd roja 8-Adarê sibê zû radibe, dixwaze tevî bavê xwe ji dayîka xwe Seyran re surprîzekê çêbike, gelek bi kelecan e. Lê belê mêze dike ku bavê wî Memê yê doxtor ne li malê. Seyran dibêje ku ji nexweşxanê telefonê xistin, bavê te mecbûr ma here nexweşeke xwe qenc bike. Seîdê piçûk kulîlkan dide dayîka û cejna wê pîroz dike. Bavê wî yê doxtor tê malê, cejna jina xwe Seyranê pîroz dike. Ew sedemê derengmayîna xwe jî ji wan re vedibêje. Emelîyata jinekê qasî saetekê ajotiye. Pênc zarokên vê malbatê jî hatine nexweşxanê bona çavnêhiriyê û cejna dayîka xwe pîroz bikin.  Keça piçûk bi baqe kulîlk hatiye bona wan bide dîya xwe. Ev pêşkêş (dîyarî) ji dayîkê re dibe dilşahî û sebreke mezin. Di dawiya serhatiyê de mirov gelek kelogirî dibe: “Lê qîza wan piçûk baqe kulîlk dest wêda hatibû ku eyda dîa xwe bimbarekke…Opêrasîaê sehetekê kişand, lê min emrê wê xelas kir. Du sehetê dinê şûnda kulîlkê, ku qîzê anîbû dê danîbûn ser sîngê xweyî brîndar û ji çevê wê hêsirê şabûnê dibarîn”.[12]Dema bav qala vê bûyerê dike, di çavên reş yê zarokê malê Seîd de şabûnek xuya dike! Nivîskar di roja jinan de bi destê doxorekî, jinekê li vê nexweşxanê dide xelas kirinê. Navê serhatiyê Pêşkêş ji dayîna van dîyariyan tê. Di serhatiyê de tiştê herî balkêş ew e ku mirov li vir baş dibîne 8-Adarê di nav kurdên li Ermenîstanê de çawa derbas bûye û çawa hatiye pîrozkirin.[13]Di çavên reş yê zarokê malê Seîd de şabûnek hebûye. Nivîskar di roja jinan de bi destê doxorekî, jinekê li vê nexweşxanê dide xelas kirinê. Navê serhatiyê Pêşkêş ji dayîna van dîyariyan tê. Di serhatiya bi navê Xwedêda de jî mijara pîrozkirina 8-Adarê heye.[14] Ev herdu berhemên Sîma Semend di derbarê pîrozkirina Cejna 8-Adarê de wek du çavkaniyên edebî me gelekî ronî dikin.[15]

Egîtê Xudo nivîskar û hevkarê rojnama Rêya Teze di bîranîneke xwe de dîyar dike ku hêzên parastinê yên Stalîn çawa di sala 1937an de li gundê Elegezê êriş birine ser malên kurdan, hin kes girtine û ew şandine sirgûnê. Li vî gundê kurdan roja şahiyê dibe rojeke şîne! Ev bûyer di sala 1937an de, roja 8-Adara roja jinan de pêk hatiye.[16]Di sala 1960an de jinên kurd li Ermenîstanê 50 saliya cejna xwe pîrozkirine. Vê demê di Rêya Teze de çend nivîs derketine, sernavê yekê ji folklora me hatiye hilbijartin. “Şêr şêre, çi jine, çi mêre”.[17]

 

                                                c-4.png

Artîsta sîrkê Nazê Şîray, cejna jinên kurd pîroz dike

û “Eyda we bimbarekbe” dibêje

(Rêya Teze, 7-3-1963)

 

 

[1]Rohat Alakom, Kürd Kadınları Teali Cemiyeti, Avesta, 2019, rûp.74.

[2] Rohat Alakom, Diyarbakır’da Kurulan İlk Kürt Kadın Derneği; Devrimci Demokrat Kadınlar Derneği, Kürt Tarihi, nr 39/ 2020.

[3]Tal på kvinnodagen gav åtta års fängelse, Uppsala Nya Tidning, 9-12-1986. Hon dömdes till fängelse för ett tal på kvinnodagen, Aftonbladet, 9-12-1986.

[4]Sîanet Jinêd Sovîetîye Efatra, Rêya Teze, 7-3-1970.

[5]Xweş be 8-Adarê, Xweş be Eyda Azaya Jina Hemû Welata yê ku bi egîtî  şer dikin bona destanîna azaya û ixtiyara xwe, Rêya Teze, 8-3-1934.

[6]Di teksê vê kilamê de hin peyvên wek bûy, tev, îd şaş hatine nivîsîn, rastiyê wan wiha ne: boy, zev, eyd. Me li jorê ew rast kirine.

[7]Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê 2, Berhevkar Cewad Merwanî, Deutsche-Kurdisches Kulturinstitut, 2020, rûp.297.

[9] Nûrê Polatova,  8-Martê Roja Jina Ortamiletîêye- Jinên Sovêtîê, Rêya Teze, 6-3-1955.

[10] Eznîva Reşîd, Dota kurda derheqa roja xweye îroyîne bextewarda distrê, Eznîva Reşîd, Rêya Teze, 8-3-1962.

[11] Nazê Şîray, Eyda we bimbarekbe!, Rêya Teze, 7-3-1963.

[12] Sîma Semend, Pêşkêş, Rêya Teze, 24-3-1971.

[13] Sîma Semend, Pêşkêş, Rêya Teze, 24-3-1971.

[14]Sîma Semend, Xwedêda, Rêya Teze, 27-3-1966.

[15] Rohat Alakom, Sima Semend: “Qîza kurde aza, binivîse…” Gazete Duvar (24-12-2023).

[16] Egîtê Xudo, 8-ê Marta Sala 1937-a, Rêya Teze, 20-7-1988.

[17]Rêya Teze, 8-3-1960.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin