Hêlîn Umît: Plan derbasî qonaxekê nû dibe, teslîmbûn nayê qebûlkirin

Hêlîn Umît: Plan derbasî qonaxekê nû dibe, teslîmbûn nayê qebûlkirin

.

A+A-

 Endama Komîteya Navendî ya PKKyê Hêlîn Umîtê got, “Plan derbasî qonaxek nû dibe. Ev tê fêmkirin lê di atmosfereke wisa de, gotina ‘Divê Kurd teslîm bibin, bila çekên xwe deynin, an bê parastin bimînin’ nayê qebûlkirin.”

Endama Komîteya Navendî ya PKKyê Hêlîn Umît derbarê doza Kurdan û nîqaşên rojane yên siyaseta Tirkiyeyê ji Medya Haberê axivî:

Hêlînê rexne li Komîsyonê girtin û got:

“Armanceke Komîsyonê, civakîkirina pêvajoya civaka demokratîk û aştiyê bû.

Eger ti gavên şênber neavêje û ti bandora wê komîsyonê nebe, wê demê rêxistineke civaka sivîl jî dikarîbû van gotûbêjan bike.

Ango rêxistineke civaka sivîl jî dikarîbû li gel beşên cuda yên civakê civînan li dar bixe û dan û standinan bike."

Bi gotina Hêlînê, karê ku niha Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dike, tenê “mijûlkirin û derbaskirina demê” ye.

Wê derbarê vê yekê de jî got, “Dema ku di vê çarçoveyê de lê tê nêrîn, mirov dikare ji bo xebatên Komîsyonê bi rehetî vê bibêje, belavkirina li ser demê û mijûlkirin gelekî eşkere ye.

Di vî warî de bûye mekanîzmayeke ku tê bikaranîn. Yanî, xwe dide bikaranîn.”

“Divê gelên Sûriyeyê bi hev re bijîn”

Hêlîn Umît li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî wiha axivî:

“Li Tirkiyeyê pêvajoyek heye, li Rojava ev pêvajo parelel tê meşandin. Tirkiye bi israr hewl dide ku pêvajoya li Tirkiyeyê bi vê ve girê bide.

Lê her kes di nav vê gengeşiyê de ye û ew qas şer heye lê dixwazin Kurd bê parastin bimînin.

Ev xala herî zêde ye ku  bala min kişand. Tevahiya cîhanê û Rojhilata Navîn çekdar dibe.

Eşkere ye ku ji bo tiştekî amadehiya dikin. Li Tirkiyeyê jî heye, li Îsraîlê jî heye li Îranê jî heye û li Rûsyayê jî heye.

Her kes di nava amadehiyeke wisa de ye. Ev nîşan dide ku şerê li Rojhilata Navîn dê berdewam bike.

Nîşaneyên vê yekê hene. Planek di meriyetê de ye. Bi taybetî civîna Neteweyên Yekbûyî û herî dawî li Amerîkayê pêk hat, hûn jî dizanin.

Yanî atmosfera wir nîşan dide ku ev rewşa şer ketiye qonaxek nû. Qonaxek nû bi dawî nabe.

Plan derbasî qonaxek nû dibe. Ev tê fêmkirin lê di atmosferek wisa de, gotina ‘Divê Kurd teslîm bibin, bila çekên xwe deynin, an bê parastin bimînin’ nayê qebûlkirin.

Bi taybetî dema ku desthilateke cîhadîst hebe.

Di vê wateyê de, çarçoveya ku hatiye danîn divê entegrastona HSDyê di nava tevhaiyekê de bê kirin.

Ev xaleke girîng e. Belê, divê gelên Sûriyeyê bi hev re bijîn. Divê sîstemeke hevpar were avakirin.

Lê ev ne li ser bêçekkirina Kurdan, divê li ser avakirina jiyaneke hevpar were avakirin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin