
Dizên zeytûnan bûne belaya serê Çiyayê Kurmênc
.
Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku herêma Efrînê hîn jî rastî pêleke dijwar a diziya zeytûnan tê.
Li gorî daxuyaniya rêxistinê, ev dizî li ber çav û guhê desthilatdarên nû û Komîteya Aborî ya li herêmê didome ku girêdayî hikûmeta demkî ne.
Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku ev diz rastî astengeke olî yan exlaqî jî nabin.
Rêxistinê destnîşan kir ku komên dizan ên ku piraniya wan bermahiyên Firqeya Hemzatê ne, zeytûnên 350 darên zeytûnan ên şêniyên gundê Şengilê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê dizîne.
Birêvebirê Dibistana Feyhaayê ya li navçeya Cindirêsê ya Efrînê Yûsif Henan li ser vê mijarê bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê ku Nalîn Hesen pêşkêş dike.
Yûsif Henanê ku bi xwe jî xwediyê zeviyên zeytûnan e û milkê xwe radike û datîne, ji Rûdawê re got ku îsal li Efrînê ji ber kêmbûna baranê û bihabûna lêçûna avdanê berhema zeytûnan gelekî kêm bû.
Yûsif Henan got ku berhema îsal li gorî ya sala borî ji sedî 35 kêm bûye.
“Di demsala berhevkirina zeytûnan de dizî pir bûye”
Yûsif Henan derbarê diziya berhema zeytûnan got ku îsal diziya zeytûnan pir bûye.
Her wiha behsa hinek bûyerên diziyê yên li herêma Efrînê kir û got ku berî du rojan li gundê Anqelê, ciwanekî Kurd ê 18 salî hatiye girtin ku ku zeytûnên xwe parastibûn û bi tifingê dizekî Ereb ê hawirde birîndar kiribû.
Yûsif Henan her wiha got ku li gundê Qurnê yê Bilbilê, diz hatibûn nava zeviyeke zeytûnan û du çewal zeytûn dizîbûn.
Wî li ser awa û bihaneya çekdaran di destdanîna ser zeviyên Kurdan got ku çekdar angaşt dikin ku wan zeviyên zeytûnan bi demane birine û berhem a wan e.
“Rêjeya diziyê herî zêde li Racoyê ye”
Welatiyê ji Efrînê derbarê rêjeya diziya li Efrînê ji Rûdawê re diyar kir ku rêjeya diziyê herî zêde li navçeya Racoyê ye.
Yûsif Henan nimûneyek li ser talankirina milkê Kurdan da û got, çekdaran li gundê Qude yê Racoyê ji 160 teneke zeyt tenê 4 teneke dabûn xwediyên zeviyê.
“Çekdar weke ku ev milk ê bav û kalên wan e tevdigerin”
Yûsif Henan diyar kir ku hemû komên çekdar hîn li Efrînê ne û ji malên Kurdan derneketine û amaje bi wê yekê jî da ku hinek Erebên hawirde ji navçeyên xwe yên resen dîsa vegeriyane Efrînê da ku diziyê bikin.
Wî daxuyand ku piraniya Erebên hawirde yên ku vegeriyane Efrînê ji Dêrezor, Hims û Şamê ne.
Yûsif li ser karê Komîteya Aborî jî destnîşan kir ku rêkarên li pêşiya Kurdan zehmet in û belgeya tomarkirina zeviyan ji xwediyên milk tê xwestin û ev belge bi hêsanî peyda nabe.
Yûsif Henan diyar kir ku birêvebiriya nû ya Efrînê ya bi ser hikûmeta nû ya Sûriyeyê ve gelekî alîkariya xelkê dike û gelek zevî li xwediyên wan vegerandine lê da zanîn ku li Efrînê hîn jî talankirin û binpêkirin berdewam dikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin