Rejîma Îranê li Kirmaşanê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

Rejîma Îranê li Kirmaşanê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

.

A+A-

 Li gorî agahiyên ku gihîştine Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê, rejîma Îranê sibeha roja Sêşemê, 29ê Îlonê, sê girtiyên Kurd li Girtîgeha Navendî ya Kirmaşanê ya Kurdistanê, ku weke Girtîgeha Dîzel Avayê jî tê nasîn, bi dar ve kirin.

Hengawê nasnameya girtiyan weke Şehram Mîrzayî yê 31 salî, Îqbal Xezayî û Ehmed (paşnavê wî ne diyar e), ku her sê jî xelkê Kirmaşanê ne, eşkere kir.

Li gorî heman çavkaniyê, ev her sê girtî berê ji aliyê dadweriya Komara Îslamî ya Rejîma Îranê ve bi tohmeta "kuştina biqest" hatibûn mehkûmkirin û cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birrîn.

Hat ragihandin ku  medyaya fermî ya Îranê û saziyên girêdayî desthilata dadweriyê, derbarê van darvekirinan de tu agahî belav nekirine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin