Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn

Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn

.

A+A-

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di çarçoveya lêpirsîna li dijî KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê derxist. Vê sibehê beşek ji van kesan hatin binçavkirin. 

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li dijî Kongreya Civaka Demokratîk lêpirsînek nû da destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê vê sibehê gelek parêzer û nûner û endamên rêxistinên civakî yên sivîl de hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin dozgeriyê derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê derxistiye. Di vê çarçoveyê de li Amed, Şirnex û Semsûrê polîsan bi ser gelek malan de girtn. 

Di serdegirtina malan de heta niha 19 jê parêzer bi dehan kes hatine binçavkirin. 

Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.

Navê kesên heta niha hatine hînbûn û binçavkirin wiha ne:  

“Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Bunyamîn Şeker, parêzerên din Abdulkadîr Guleç, Eshat Aktaç, Serdar Talay, Îmran Gokdere, Diyar Çetedîr, Serdar Ozer, Ferîde Laçîn, Gevriye Atli, Resûl Tamûr, Cemîle Tûrhalli Balsak, Ahmet Kalpak, Devrîm Bariş Baran, Neşet Gîrasûn, Sedat Aydîn, Şîvan Cemîl Ozen, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Samsûrê Prz. Bulent Temel, Mahsum Bati, rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Diyar Dîlek Ozer û endama federasyonê Leyla Ayaz, endamê Konseya Navendî ya TTB’ê yê berê Şehmus Gokalp, endamê DÎVES’ê Suleyman Okur, endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk, rêveberê HDP’ê yê Amedê yê berê Îlhamî Yurek, endamê SES’ê yê hatibû îxraçkirin Ûmît Çetîner, endamê HABER-SEN’ê Mehmet Kaçar, Plangerê Bajêr Haknaz Sadak û Edîtora Jinnews’ê Roza Metîna, mamosteyê MED-DER’ê Salîh Ongun.”

  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin