Dersên Kurdî yên Online ji nû ve tên

Dersên Kurdî yên Online ji nû ve tên

Ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî vê carê 25 sazîyên kurdî kampanyaya hinbûna kurdî bi ser online dan dest pê kirin.

A+A-

Navenda NûçeyanKomeleya Lêkolînên Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî, NÇM, Weqfa Mezopotamya û gelek weşanxaneyên kurdan têde bi hev re daxuyanî belav kirin. Banga hînbûna kurdî (kurmancî, kirmanckî) kirin û ji bo vê yekê jî qursek din a kurdî ji ser online re vekirin.

Di vê çarçoveyê de qeydên dersan 15'ê gulanê dest pê kirin û heta dawîya mehê yên bixwazin dê navê xwe qeyd bikin.

Li gor bernameyê nava hefteyê her roj di navbera 14.00-16.00 an jî 20.00-22.00 dê ders bêne dayîn. Piştî ku beşdar dem eyar kinin serê meha pêşîya me dê ders dest pê bikin.

Kampanya ji bo her du zaravayan e û roja 1'ê meha pêşîya me dê dest pê bikin û 4 hefteyan bidome.

Ji bo navê xwe qeydkirinê lînk ev e:
1-096.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin