Derbarê çapkirina pirtûka Nûrî Dêrsimî de biranîna min
Nezîr AKAT
Pirtûka vî mêrxas û zanayê neteweparêz, di sala 1976 an de hevalên me yên Elezîzê ji bo çapa teksîrê amade kiribûn.
Ez çûm Elezîzê ji bo amadeyîya teksîrê bînim Dîyarbekirê û em bi teksîrê çap bikin. Bi qasî tê bîra min ez û hevalekî me bi navê Elîyê Sor, çûn mala xûşka Nûrî Dêrsimî.
Piştî me çay vexwar, di kartoneke beqlaweyê de pirtûk radestî me kir. Min ew pirtûk anî Dîyarbekirê ku gelekî zahmet û bi rîsk bû. Li Dîyarbekirê me ew çap kir.
Em wê demê ne pir bi hêz bûn. Vê pirtûkê ne tenê ji bo alîkarîya me ya rewşenbîrî û şiûra neteweyî bi hêz bike, herweha alîkarîya me ya pêwendîyan û alîkarîya aborî jî kir.
Rojekê min ev pirûk wek dîyarî da dostekî hêja. Wexta wî ev pirtûk dît, gelekî kêfxweş bû û pirtûkê maç kir û danî ser serê xwe. Min hêmbêz kir û got: “ez minetdarê Nûrîyê hêja û dostên wekî we, mêrxasên hêja me!” Wî destê xwe avêt bêrîka xwe û miqtarek pere radestî min kir û got: “ev ji bo xebata we kêm e, lê ez dê vê xizmeta we ji bîr nekim!”
Ez sipasdar im ji hevalên ku wê demê ev pirtûk çap kirin û belav kirin.
Her cara ez vê pirtûka vî zana û serokê kurd yê ronakbîr dihizirim û wêneyê wî dibînim, bi qasî wê axaftina wî dostê xwe kelecanî dibim.
Bila ruhê mêrxas û zanayê kurd Birêz Nurî Dersîmî şad û goristana wî bi gul û beybûnên Kurdistanê tije be.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin