Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Berdewamî domandina weşanên „Malpera Philokurd“ê ji bona nasîna bawerî û kultura miletê me ciyê serbilindiyê ye !

A+A-

Ez cardin bi hurmet û hezkirin bixêr hatina weşanên „Malpera Philokurd“ê*1 dikim û hêvî dikim redaktiona „Philokurd“ê deriyê arşîva „ https://philosophiakurdi.de/ „ ê ji xwandevan, lêkolîner û dîrokzanên Kurd û miletê cihanê re vekirî bihêle. Ew di xizmeta nasîna bawerî û kultura miletê me de her serkeftî be !

Çavkanî:

1 https://www.facebook.com/ali.gurdili/posts/2373847079708477:2373847079708477

Min Felsefe anjî fîlozofî dibistana de ne xwandiye, lê ez li goriya hiş (nûra) ê ku Xwedê û Xwedanên min, di sere min de bicî kiriye (ez bawerim ji ber vê ye ku di ilmê Êzdîtiyê de hêjî tê gotin, “nûra Xwedê bi her giyanberî re heye” ! ) dibêjim, felsefe zanîstiya ilmê Xwedê, Milyaket,” pîroziya êlêmêntên ku bûne bingeha afirandina dinya û jiyanê, çanda kevneşopên Babçak û hişê xwe nasînê ye. “Em di diyalekt nasînê de jî dibînin ku, çerxa veguhastina xwezayê û kiras guhastina hemû rihilberan (çi xwezayî, lawir anjî însan http://xn--wd-tka.be/), tenê bi reza Xewdê û li ber hebûna van her çar êlêmênt(cewahir)an(ax, ba, av û agir/nûr) digere.

Ev her çar cewahir (ax, ba, av û agir/nûr) di nav hevde destpêk û dawiya her hebûn û tunbûna hemû tiştên xwezayî yê, çi rihilber anjî ne rihilberan in. Di nav zargotina me Êzdiyan de vêga hêjî tê gotin ku, wexta Melkemot(Êzdî dibêjinê, DELALÊ DİLÊ MİN, EZRAÎL, TAWİSÎ-MELEK, EMÎNCÎBRAÎL, NASİRDÎN) rihê merivekî ku kiras diguhêze jê distîne, kesê mirî di binerdê de tê veşartin. Ev bedena kesê mirî li kuderê, di bin axa kîjan welatî de hatibe veşartin jî, rihê wî cardinê vedigere nav maka xwe, Milyaket rih ji nav bedenê dertînin û wî rihî tînine geliyê Lalişê.

Lewma di ilmê me dê hê jî tê gotin:

‘Dinya milkê rebil alemîn e, Dinya ji bo tu kesî namîn e

Dinay tenê ji bo Xwedê dimîn e, Beşerî ji axê ye û her ji bo bin axê ye

Bin Ademo, eger tû hezar salî li dinê bî, Tû bi zêr û zegerê malê dinyayê bi xinê bî. Her tû yê rojekê mêvanê qebrê bî, Ruhe rihmanî, nabête fanî, her dê rojekê biçe ber destê wî Ezdanî ’

Weke ku ez ji vî ilmî û zargotina me Êzdiyan fahmdikim, axretnasîna me Ezdahiyan (olperestiya xwezayî) qet cûdetiyê naxe nava tu cewahir (ax, ba, av û agir/nûr û hwd.) ên ku bûne bingeha afirandina dinya û jiyanê. Êlêmênt (ax, ba, av û agir/nûr û hwd.) ên li her welat û devera ku li ser ruyê dinyayê hene tev weke hevûdinê pîrozin. Lewma jî bawer dikim ku, fîlozofî û mîtolojiya Ezdahîtiyê serekaniya zanîna afirandina dinyayê, bingeha hemû mîtolojiyên xwezayî, bi taybetî jî dewlemendiya mirovatiya li mezopotamiya yê, civak û olên Kurdî ye.

Di vê zargotina me de hêjî tê gotin ku, tu evdî bi Xwedê, her heft melyaketên qedîm, Melek, Horî û hwd.ra dahin standin ne kiriye. Tu evd vêga hêjî nikare şêwe, şikil, sûret û wênê Ezda, Melyaketên qedîm, Melek, Horî, Perî, Cin û gelek Xwedanên xwezayê bi peyv û pênûsan tarîfbike, çêke û hebûna wan tenê li deverekê, cîh û mekanekî de bivîne anjî bide xwanê.

Kemal Tolan

Jêder: https://philosophiakurdi.de/gotibun-ku-felsefe/

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin