PWKyê Li Amedê Mele Mistefa Barzanî yê Nemir Bi Bîr Anî

PWKyê Li Amedê Mele Mistefa Barzanî yê Nemir Bi Bîr Anî

.

A+A-

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta 47emîn salvegera wefata Mele Mistefa Barzanî yê nemir, roja 01.03.2026ê li Teşkîlata Amedê ya PWKyê, Mele Mistefa Barzanî  yê nemir bi  bîr anî û di vê derbarê de semînerek li dar xist.

Moderatorîya semînerê Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran birêvebir. Hanîfî Tûran bixêrhatina beşdaran kir, di derbarê girîngî maneya vê rojê de kurte axaftinek kir û bi sirûda neteweyî Ey Reqîb ve ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Paşê  nivîskar û lêkolînerê kurd Seîd Veroj û Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay di derbarê jîyan, xebat, têkoşîn û bîr û bawerîyên Mele Mistefa Barzanî yê nemir de semîner dan.

Li gel endamên PWKyê, nûnerên HAK-PARê, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî vê semînerê bûn.

Di semînerê de, siyasetmedarê kurd îbrahîm Guçlu jî bîr û rayên xwe anî zimên.

Semîner bi awayekî berhemdar bidawî hat.

01.03.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

whatsapp-image-2026-03-01-at-16-15-10-1.jpegwhatsapp-image-2026-03-01-at-16-15-10.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin