Dar û zeviyên Efrînê tên şewitandin!

Dar û zeviyên Efrînê tên şewitandin!

Grubên çekdar û artêşa Tirkiyê agir bi çiya, daristan û berhemên xelkê Efrîn dixîn û bi sedan hektar zevî û darên navçeya Şêrewa şewitandin.

A+A-

Grubên çekdar û artêşa Tirkiyê agir bi çiya, daristan û berhemên xelkê Efrîn dixîn û bi sedan hektar zevî û darên navçeya Şêrewa şewitandin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grubên çekdar  bi armanc agir berdidin zevî, çiya û darên Efrînê û ji pêr ve agir berdane zeviyên gundên Kîmar, Berad, Basilê û ew agir heta gundên Soxanekê, Kilotê û Kefir Nebû yên Şêrewa belav bûye.

Ew rêxistina mafên mirovan dide zanîn, armanca grubên çekdar yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin ew e, bingehê aborî ya Efrînê têk bidin, ji ber wê jî, berhemên çandiniyê yên wek genim, ceh, pelemêw û kêraz ku destê wan negihîşt wan bidin, agir pê dixînin û dişewtînin.

Wê rêxistinê berî çend rojan belav kirin, roja 16ê vê mehê agir bi daristana çiyayê Qaziqlî yê di navbera navçeya Cindirês û Şiyê ve ketibû bi dehan hezaran dar hatin şewitandin.

Herwiha di nava vê mehê de li navçeya Mabeta jî agirek bi çiyayê Hawarê beşê di navbera gundê Gobek û Heyatê de ket û bi hewla welatiyan û endamên Encûmena Xwecihî ya Mabeta ve hate vemirandin, lê beşek mezin ji daran hatin şewitandin.

Havîna sala borî jî çekdaran agir bi çiya û daristanên Efrînê dixistin û beşek mezin ji daran şewitandibûn û artêşa Tirkiyê ti hewldan ji bo vemirandina wan agiran nedikirin û hewla welatiyên sivîl ve dihatin vemirandin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê roja 19ê vê mehê belav kir, ji destpêka dagîrkirina Efrînê û heta roja 19 vê mehê, agir bi zêdetir ji 40 cih, çiya û daristanan ketiye û di encamê de ji bilî darên daristanan, zêdetir ji 5 hezar darên zeytûnê û bi hezaran hektar zevî û giya û darên li çiya hatine şewitandin.

Çalakvanên Efrînê grubên çekdar bi pêxistina agir tometbar dikin û dibêjin, grubên çekdar agir bi çiya û daristanên Efrînê dixîn, ji bo di pişt re wan daran bibirin û wan wek êzing bifiroşin.

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin