Dalaho ya Kirmaşanê dibe bajarê niştimanî yê Tembûrê li Îranê

Dalaho ya Kirmaşanê dibe bajarê niştimanî yê Tembûrê li Îranê

Bajarê Dalaho yê ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, weke bajarê niştimanî yê Tembûrê li Îranê tê tomarkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Cîgira Parêzgarê Kirmaşanê ya bo karûbarên pîşeyên destî, Perwane Heyderî ragihand, wan dosyeya nasandina bajarê Dalaho li Kirmaşanê wek bajarê niştimanî yê Tembûrê li Îranê daye komîteya dawerîyê û komîte dê bi şêweyekê giştî ew dosye pesend kirîye, lê ji bo tomarkirina dawî hin merc danîne ku divê bêne cîbicîkirin.

Perwane Heyderî derbarê wan mercan de dibêje, divê banka zanyarîyan derbarê hunermendên wî warî û herwiha amarên kargehên çêkirina Tembûrê li bajarê Dalahoyê bêne amadekirin, herwiha divê peykerekî dîyar ê Tembûrê jî wek sembol li vî bajarî bê danîn.

Bajarê Dalaho dikeve 99 kîlometrîya rojavayê bajarê Kirmaşanê. Piranîya niştecihên vî bajarê Rojhilatê Kurdistanê li li ser ola Yarsanî ne û piranîya cihên pîroz ên wê olê li vî bajarî ne.

Tembûr weke amûrekê olî ya şûnketîyên ayîna Yarsanî ye.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin