DAIŞê êrişî gundekî Xaneqînê kir!

DAIŞê êrişî gundekî Xaneqînê kir!

Çekdarên DAIŞê êrişî gundekî bajarê Xaneqînê kir, du serbaz û du sivîl birîndar bûn.

A+A-

Çekdarên DAIŞê êrişî gundekî bajarê Xaneqînê kirin, du serbaz û du sivîl birîndar bûn.
Berpirsê komîteya YNKê li nahiya Gulale ya Xaneqînê, Xelîl Xudadad ragihand, ku şeva borî li gundê Îslah yê Gulale bombek bi otomobîlekê de teqiya.
Xelîl Xudadad her wiha got, piştî teqînê çekdarên DAIŞê êrişî gund kirin lê hêzên Iraqî û gundiyan bersiv dan, ji ber wê jî şer derket.
Li gorî agahiyên wî berpirsê YNKê, di wî şerî de du serbaz û du sivîl birîndar bûn, şofêrê otomobîla ku bomb pê de teqiyabû, jî wenda ye.
Berpirsê komîteya YNKê li Gulale da zanîn, îro danê sibê jî li gundê Îslam bombek teqiya lê ti ziyana wê nebû.
 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin