Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Coxrafya bi xwȋn – 3

A+A-

Ev sêyemîn nivîsamine ku bi navê ”coxrafya bi xwîn” têt belavkirin û ezê her li ser wê temayê, vê carê jî bisekinim.                                                                                 

Di normalîtêde gûherîn û pêşketinên îlîm û teknolojîyê, jîyana merovan xweştir dike, civat û merovatî bi hûzûrtir dibe û xweza jî paqijtir dibe. Balam, bi daxawe, eve her tim weha nîye!                                                                       

Jîyanê û tarîxê gelek caran îspat kirîye ku eve gûherînên erê û pêşketinên giring; hemberî merovatî û mentîqan, bi awakî zilmî û barbarî jî hatine bikaranîn. Di nivîsên berî vê de, min gelek mîsalên berbiçav(kûştin, qetlîam, girtin, îşkence û her yên mîna wan) bo we xwîneran darîçav kiribû û ezê her niha jî li ser heman temayê rawestim; û zalim anjî dagirker niha jî bi navê demokrasî, azadî û teknolojîya herî pêşketî û  sewîye bilind(dronarê, artîfîcîel întellîgence/AI) opozisyonê/kurdan qetl dikin/îmha dikin. Ezê li vir çend mînakan bidim, da babet baştir bêt fahmkirin û şîrovekirina temayê zelaltir bibe:                                                                                                                                    

Teknîka modern, 1: berî bi çend salan li Dêrika Hemo/Rojavayî welatême, firokeyeke tirkan ya şer/herî modern, dor 30 kesên ku di xanîyekîde kombûna xwe/civîna xwe hebûn(û piranîya wan xort bûn) qetl kirin û xizm û dostên van qûrbanan kesên xwe nikarîbûn binasin, ji ber ku laşên wan param parça bûbûn. Dronarên tirkan li gelek derên din jî kesên kurd kûştin.                                                                                                                                                                                          

Teknîka modern, 2: ji dema şerê Amerîka/Ȋsraîl û Ȋranê destpêkir û heya niha, dronarên(AI) îranîyan û grûbên piştgirên wan li Iraqê; gelek kurdên li Başûr kûştin û zararên maddî mezin dane başûrî Kurdistan. Eve jî dîyar dike ku dijminên kurdan di her firsetêde dixwazin kurdan îmha bikin û têk bibin.                                           

Demokrasîya palawra, 1: di meclisa tirkan de, biryar hat dain ku komîteyeke lêkolînê bo ”faili meçhul cinayet”an aktîv bikin, lê tenha bo van salên dawî û ne bo demên/ 1990 an, ku hingî bi hezaran kurd hatibûn kûştin(parêzer/parlamentarîker; Sezgin Tanrikulu ev mesele di meclisê de anî rojanê). Wa dîyara ku dewlet naxwazê ku qetl û barbarîya wan derkevê meydanê.                                                              

Demokrasîya palawra, 2: eger hemwelatîyek/jineke kurd/dayikeke kurd, bi delîl û îspat gotinên xwe/hîsên xwe; bê tirs û hişkere bibêjê; eve hîle, cambazî û palawrabûna demokrasîya wan derdixe ber çavan û hingî kesên kor jî vê qirêjê/xwînê dibînin, yên kerr jî hisdikin û yên lal jî vê tîyatroyê bi lalbûna xwe jî be,ewê bikarin îzah bikin.                                                                                                                                   

Ezê vê nivîsê bi gotineke dayikeke kurd, ku keça wê li Izmîrê hate qetlkirin û qatil jî hate girtin; lê de fermo em pevre li gotinên vê dayikê, gûhdarî bikin anjî gotinên wê li vir bixwênin û ji xwe re bihizirin, bê ma çi dad/adalet anjî demokrasî li wir heye: Dayika Deniz Poyraz weha dibêjê:                                                                                        

”EZ BAWER NAKIM KUJERÊ  KEÇAMIN DI GIRTȊGEHÊ DE BE”.        

//Nuri Aldur.

GIRINGE: ez îdara bajarê Silêmanîyê ya nexweşxanan û yan wan mizgeftên ku    hemberî şehîda me Xezal, ne kurdayetî/ne camêrtî kirine, şermezar dikim.

 

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin