
Li Zanîngeha Îlamê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin
Li Zanîngeha Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê cara yekem beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin.
Li Zanîngeha Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê cara yekem beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin.
Hat diyarkirin ku di sala nû ya akademîk de 25 xwendekar dê ji bo bernameya lîsansê werin qebûlkirin.
Zanîngeha Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî fermî vekirina beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya ji bo sala nû ya akademîk ragihand.
Piştî Zanîngeha Kurdistanê ya li Sineyê, Zanîngeha Îlamê bû zanîngeha duyemîn a li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê ku beşeke akademîk di warê Ziman û Wêjeya Kurdî de damezirand.
Dîroka bernameya Ziman û Wêjeya Kurdî
Bernameya Lîsansê ya Ziman û Wêjeya Kurdî sala 2000î li Zanîngeha Kurdistanê ya li Sineyê hat pêşniyarkirin.
Bername sala 2003yan ji aliyê Wezareta Zanist, Lêkolîn û Teknolojiyê ya Îranê ve hat pejirandin.
Lê belê destpêkirina fermî ya perwerdeyê heta sala 2014an hat bipaşxistin.
Ji wê demê ve, beş her sal bi dehan xwendekar qebûl kirine û amadehiyên vekirina bernameyeke masterê jî dike.
Vekirina beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya li Zanîngeha Îlamê li ser medyaya civakî bala gelek kesan kişand.
Ji aliyê çalakvan û niştecihên herêmê ve bi coş û kelecaneke mezin pêşwaziya vê bipêşveçûnê hat kirin û wekî gaveke girîng a parastin û bipêşxistina zimanê Kurdî hat dîtin.
"Gaveke mezin ji bo parastin û bipêşxistina zimanê Kurdî"
Nivîskar û mamosteyê zanîngehê Bextiyar Secadî di posteke Facebookê de vekirina beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya li Zanîngeha Îlamê wekî gaveke girîng pênase kir û wiha got:
"Ev gav ji bo parastin û bipêşxistina zimanê Kurdî bipêşveçûneke mezin e.
Ez spasiya hemû heval û hevkarên xwe dikim ku di salên borî de ji bo bidestxistina vê serkeftina girîng xebitîne."
Secadî di nivîseke din de wiha pê de çû:
"Îro, ez pir kêfxweş bûm ku navê Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Îlamê di rêbernameya beşa îsal a zanîngehên Îranê de dît.
Ji roja min a yekem ve wekî mamosteyê Zanîngeha Kurdistanê, min xeyal dikir ku li hemû zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê beşên zimanê Kurdî vekim.
Ez hêvî dikim ku li zanîngehên din jî ji bo vê yekê hewldan bên dayîn. Li me hemûyan pîroz be!"
Li Zanîngeha Îlamê 83 beşên akademîk ên di astên lîsans, master û doktorayê de hene û her sal zêdetirî 7 hezar xwendekar li zanîngehê dest bi xwendinê dikin.
Zanîngeha Îlamê di nav zanîngehên Îranê de di rêza 30emîn de ye. (RN)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin