Çar welatên Ewropayê 120 dîplomatên Rusyayê dersînor kirin

Çar welatên Ewropayê 120 dîplomatên Rusyayê dersînor kirin

.

A+A-

Piştî li bajarê Bucha yê li bakurê rojavayê Kyiv a paytexta Ukrayanyê termên bi dehan sivîlan hatin dîtin ku Ukrayna û welatên rojavayî Rûsyayê bi kuştina wan sivîlan tohmetbar dikin, welatên Ewropayê yên wek Almanya, Fransa, Danmark û Îtalya 120 dîplomatên Rusyayê wek ‘kesê nayê xwestin’ diyar kirin û ew dersînor kirin.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock roja Duşemê 4ê Nîsana 2022an ragihand, ew dîmenên ku piştî vekişîna Rusyayê ji Buchayê derketin holê, diyar dike ku Rûsya wêrankariyê dixwaze ku ev li derveyî hemû sînoran e.

Annalena Baerbock got, “Me piştî wan dîmenên hovane biryar da ku 40 dîplomatên Rûsyayê dersînor bikin ku wan her li dijî azadî û pêkvejiyana civakî ya li Almanyayê xebat kirine.”

Di derbarê wan dîmenan de Wezareta Derve ya Fransayê jî diyar kir ku wan biryara dersînorkirina 35 dîplomatên Rûsyayê daye. Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin, ku wan kesan ku li dijî berjewendiyên ewlehiya Fransayê dixebitîn.

Wezîrê Derve yê Danmarkê Jeppe Kofod jî di daxûyaniyekê de got, “Me 15 Rûsên ku sîxurî ji bo Rûsyayê dikirin tespît kirin û ew dersînor kirin. Em peyama wê yekê didin Rûsyayê ku em nahêlin hûn li welatê me xebatên sîxuriyê bikin.”

Di 41mîn roja şerê Rûsya û Ukraynayê de li ser dîmenên termên sivîlan, Wezîrê Îtalyayê Luigi Di Maio jî diyar ku wan ji ber ewlehiya neteweyî biryar daye ku 30 dîplomatên Rusî dersînor bikin.

Welatên ku dîplomatên Rusyayê dersînor dikin roj bi roj zêdetir dibe.

Rûsyayê di 24ê Sibata îsal de di bin banê Operasyona Leşkerî ya Taybet a li Ukraynayê de êrişke berfireh bo ser wî welatî destpê kiriye ku heta niha îro berdewam e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin