Bûkelîstoka gerok gihişt Vatîkanê

Bûkelîstoka gerok gihişt Vatîkanê

.

A+A-

Bûkalîstoka bi navê Emel, wate Hêvî, ku çîroka zarokeke Sûrî ya penaber vediguhêze, gihişt meydana Sant Peter  li Vatîkanê, daku peyama koçberan bigihîne wir.

`Good Chance Theatre` ango Şanoya Derfeta Baş, bi vê çalakiyê rabûye, di bin navê "Çûna bi piyan" , ew dibêje ku  Emel peyama milyonan zarokên koçber li seranserî cîhanê belav dike.

David Lan, Rêkxerê Çalakiyê, dibêje, “Ev ger, ev geşt ji aliyê keçeke Sûrî ya 9 salî ve ye, Ji sînorê Sûriyê heta Înglitrayê. Her cihê ew diçe, ji aliyê hunermend, qayimeqamiyet û şaredariyan, herwiha ji aliyê gelek kesan ve, pêşwazî lê tê kirin. Da ku peyama xwe bighîne Cîhanê, ew  dibêje Me jibîr nekin.”

Emel ku dirêjahiya wê 3.5 metre ne, ji bajarê Dîlok ê Bakurê Kurdistanê bi rê ketibû û ber bi Brîtanyayê ve diçe û ew gihişt Vatîkanê û ji aliyê Kardînal Michael Czerny ve pêşwazî li wê hat kirin.

Serokê Ofîsa Vatikanê bo Koçber û Penaberan Kardinal Michael Czerny, dibêje, “Li gel Ebreşiya Romayê, li vir li meydana Sant Peter, li nêzîkî monûmenta koçberan, em  bixêrhatina wê dikin, ev peyama qebûlkirin, parastin û qedirgirtinê ye. Peyam dibêje ku divê em ligel hev kom bibin.”

Li gorî amarên dawiyê yên Komisyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî UNHCR:

-6,800,000 kes li derveyî Sûriyê penaber in

-5,643,864 li welatên derdora Sûriyê ne

- Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 3,707,564 kes

- Li Lubnan 851,717 kes

- Li Urdun  670,637 kes

- Li Iraq û Başûrê Kurdistanê 248,721 kes

- Li Misir 133,568 kes

- Li 6,700 kes li nava Sûriyê derbider in

Emel ku ji bajarê Dîloka Bakurê Kurdistanê dest bi meşa xwe kir, li nêzîkî sênorê Sûriyê, piştre çû Yunan û gihişt Îtalyayê, piştre ew ê di gera xwe de berdewam be û berê xwe bide Fransa, Swîsre û Almanyayê û dawiyê ew ê li Manchester a Îngilterê bisekine, ku tê pêşbînîkirin di Mijdarê de bigihe wir.

Di gera xwe de ji despêkê ve heta dawiyê, Emel 8 hezar kîlometreyan dibire.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin