Berdevkê HSDê: Tirkiye dixwaze deverên nû kontrol bike

Berdevkê HSDê: Tirkiye dixwaze deverên nû kontrol bike

.

A+A-

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Kîno Gabriel got, Tirkiye dixwaze aramiya herêmê têk bide û sûdê ji guhertinên siyasî yên navdewetî bistîne da ku deverên nû li Rojavayê Kurdistanê kontrol bike.

Berdevkê HSDê ji Rûdawê re axiviye û gotiye, heta niha helwesta Amerîka û Rûsyayê li hember êrîşên nû yên Tirkiyê ne xuya ye û diyar kir, binpêkirin û êrîşên Tirkiyê ji bo têkbirina aramiya deverê li dijî navçeyên Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Kîno Gabriel li ser êrîş û topbaranên ser navçeya Eyn Îsayê dide xuyakirin, armanca li piştî êrîşên wê dawiyê yên Tirkiyê li gorî texmîna wan Tirkiye rewşê dinirxîne û dixwaze li gor derfetê hin navçeyên din kontrol bike.

Gabriel got: “Ev êrîşên Tirkiyê bo ser navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo vê yekê ye ku bizanin heta çi astekê dikarin sûdê ji nearamiya siyasî ya navçeyê werbigirin. Ew hewl didin hinek navçeyên din ên Sûriyê bixin jêr kontrola xwe.”

Kîno Gabriel li ser helwesta Amerîkayê di wê mijarê de jî da zanîn: “Em pêşhatên li herêmê û bi taybetî li xeta agirbestê çêdibin, bi awayê rapor didin wan wan û wan agahdar dikin. Texmîn dikim, Amerîka di warê siyasî de bi Tirkiyê re hevdîtinan dike. Herwiha Rûsya têkildarî mijara wan herêman, bi Tirkiyê re lihevhatinek kiriye. Me di rêya Rûsyayê re bi hikûmeta Sûriyê re li hev kiribû. Bi taybet herêmên ku niha binpêkarî lê tên kirin, pêwîst bû di jêr serpireştiya artêşa Sûriyê de bû. Pêwîste ku hikûmeta Sûriyê wan êrîşan rawestîne.”

Berdevkê HSDê li ser cîbicîkirina rêkeftinên agirbestê yên sala borî bi navbeynkariya Amerîka û Rûsyayê bi Tirkiyê re hatine kirin got, helwêstên Tirkiye, Rûsya û hikûmeta Sûriyê nakok in. Di pêvajoya li pêşiya me de, gelo Şam dê pêngaveke çawan bavêje, ji niha ve zehmet tê dîtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin