Baroya Rihayê bi Kurdî, Tirkî û Erebî konseran saz dike

Baroya Rihayê bi Kurdî, Tirkî û Erebî konseran saz dike

Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, 15 parêzêrên Baroya Rihayê grûpeke muzikê bi navê “Koroya Parêzeran” ava kirin û di demên dervey kar de, bi Kurdî, Tirkî û Erebî stranan dibêjin û konseran saz dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Bi serpereştîya Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û bi rêveberîya parêzer Celal Abbas Urer ev heyama nêzîkî salekê ye “Koroya Parêzeran” hate damezrandin.

Di koroyê de Dengtaf Ozbadem li sazê dixe, Muhammet Keser li kalnettê, Mustafa Vefa li deholê, Umit Bayram li pîyano û Omer Çetinbaş li bilûrê dixe. Herwiha ligel Hakan Dogancuoglu û Zerrîn Dogan 7 parêzerîn din jî stranan dibêjin.

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel dîyar kir ku bi saya koroyê hinek parêzeran baştir hevdu naskirine û ew derfeta her parêzerekê heye ku bixwaze beşdarî koroya wan bibe.

Abdullah Oncel got: “Bêguman muzik jî gelek girîng e. Armanca me ew e ku em hinek xwe ji stresa danişînên dadgehê dûr bixin. Hevpîşeyên me ji bo vê yekê dilxweş bûne. Me heta niha 4 konser saz kirine. Hêvî dikim ev koro berdewam be.”

Vokolîst Zerrîn Dogan jî dibêje: “Karê me gelek dijwar e, em ji bo stresa li ser xwe bavêjin têne ba hev. Em bi saya koroyê hinek behna xwe der didin. Piranî muwekîlê me, kesên ku xwedî pirsgirêk in. Tê ji me re behsa pirsgirêkên xwe dikin. Em her tim hewl didin ji pirsgirêkên wan re çareserîyekê bibînin. Piştî demekê bandoreke nerênî li me dibe. Pêwîstîya me jî bi arambûnê çêdibe û muzik jî ji bo arambûna me derfet e. Dema em stranên dibêjin biçek zêdetir hest bi azadîyê dikin.”

Parêzer Dengtaf Ozbadem bibîr xist ku ji bajarê Rihayê gelek hunermend û stranbêjên navdar derketine û wiha pê de çû: “Em bi boneyên cuda têne ba hev û bi Kurdî, Tirkî û Erebî konseran saz dikin. Em hewl didin bi tevahîya zimanên li erdnigarîya me têne bikaranîn muzikê çêkin. Em dixwazin di vî warî de xwe pêşbixin.”

Dengtaf Ozbadem herwiha da zanîn ku hema hema her coreyên muzikê dibêjin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin