Li Merîwanê navên tax û kolanan dibin bi Kurdî

Li Merîwanê navên tax û kolanan dibin bi Kurdî

.

A+A-

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ev 15 sal in tabelayên hinek tax û kolanan tunebûn lê ev pirsgirêk îro tê çareserkirin û êdî navên tax û kolanan dibin bi Kurdî.

Şaredariya Merîwanê tabelayên bi navên Kurdî li tax û kolanên bajêr dadileqîne.

Li Merîwanê her ku diçe nifûs zêde dibe û jîngeha bajêr berfireh dibe lê ev 15 sal in kuçe û kolanên ku nû tên avakirin bê nav mane û ev rewş ji bo gelê bajêr bûye pirsgirêkeke mezin.

Nebûna navnîşanên fermî, di jiyana rojane ya niştecihan de bûye sedema gelek astengan û xizmetên wekî radestkirina posteyan, anîna sîparîşên serhêl (online) û saloxdana navnîşanan jî bûne karên pir zehmet.

Şêniyekî Merîwanê dijwariya rewşê anî zimên û pirsgirêkên ku hatine serê wî ji Rûdawê re gotin:

"Gelek kes ji navenda bajêr dihatin vir. Ji ber navnîşaneke hêsan bi saetan diçûn û dihatin lê dîsa jî nedigihîştin wê navnîşanê."

Wekî beşek ji projeya ku ji aliyê encumena Şaredariya Merîwanê ve hatiye pêşniyarkirin û pejirandin, 750 tabelayên bi navên Kurdî û bi alfabeya Kurdî ji bo deh taxên nû hatin amadekirin.

Hat ragihandin ku pêvajoya navlêkirinê di zivistana borî de hatiye pejirandin lê pêkanîna wê ji ber rewşa şer a li herêmê heta îsal hatiye bipaşxistin.

Di encama xebatên ku ji aliyê yekîneya nûjenkirinê ya şaredariyê ve hatine meşandin de heta niha li şeş taxên nû yên bajêr tabela hatine danîn.

Gel piştgiriyeke mezin dide

Navlêkirina bi Kurdî ya hemû taxên nû ji aliyê gelê Merîwanê ve bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Şêniyekî din ê bajêr jî bi vî rengî qala kêfxweşiya xwe ya li ser vê pêngava şaredariyê kir:

"15 sal in navê van cihan tunebû, wekî cihên vala bûn.

Navlêkirina bi Kurdî ya kolan û avahiyan wekî hemû gelê me min jî pir kêfxweş dike."

Welatiyan diyar kir ku ew wan navên kolanên nû "pir xweşik û şîrîn" dibînin û spasiya rayedaran dikin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rûdawê ve hatine bidestxistin, plana şaredariyê ew e ku ji hefteya bê û bi şûn de navên hemû taxan li nexşeyên dîjîtal werin zêdekirin û entegreyî pergala Googleyê werin kirin.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin