Partiyên Rojhilatê Kurdistanê: Angaştên artêşê ne rast in

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê: Angaştên artêşê ne rast in

.

A+A-

Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Şaxa Îlamê ya Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li ser sînorê Îlamê tîmek desteser kiriye ku ji 7 kesan pêk tê girêdayî partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye lê partiyên Rojhilatê Kurdistanê got: "Hemû derew in û ti bingeha wan nîne."

Şaxa Îlamê ya Artêşa Pasdaran îro daxuyaniyek belav kir.

Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku wan 7 kes li ser sînorê Îlamê desteser kirine ku girêdayî yekê ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li gorî daxuyaniyê, pêwendiya wan 7 kesan bi "fermandarekî" li derveyî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re hebûye.

Hat angaştkirin ku ji bo encamdana "karên têkderane" li bajarên rojavayê welêt, alîkariya darayî ji wan re hatiye kirin.

Artêşa Pasdaran angaşt kir ku piştî wan li ser çalakiyên wan agahî standine, dest bi operasyonekê kirine û di encamê de her 7 kes hatine desteserkirin.

Her wiha hat gotin ku wan dest daniye ser hinek çek û teqemeniyan jî.

“Ne rast e”

Birêvebirê Ofîsa Pêwendiyan Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (HDKA) ê Hewlêrê Amanc Zîbayî, li ser daxuyaniya Artêşa Pasdaran ji Rûdawê re ragihand:

"Ev nûçe bi temamî derew e û ti bingeha wê nîne. Ew kesên ku li gorî gotina wan hatine girtin, ti pêwendiya wan bi HDKA yan partiyên Rojhilatê Kurdistanê re nîne.

Ev tenê ji bo tepisandin û bidarvekirina zêdetir a xelkê hincetek e."

Di heman demê de Birêvebirê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yê Hewlêrê Emced Husênpenahî red kir ku ti endamê wan li navxweyî Rojhilatê Kurdistanê hatibe desteserkirin û ji Rûdawê re got:

"Ti partiyê ji partiyên Rojhilat bi çekan li navxweyî Îranê çalakiyên bi wî rengî nakin ku Artêşa Pasdaran behs dike.

Daxuyaniya Artêşa Pasdaran bêhtir dişibe propagandayê, ji bo ku bibêjin kontrola wan li ser rewşa niha ya welêt heye.

Lê Îranê heta niha bi sedan kes bi van hincetan bi dar ve kirine ku pişt re eşkere bûye ku ew bê sûc bûn."

Tehran bi berdewamî partiyên Rojhilatê Kurdistanê tohmetbar dike ku hewl didin derbasî nav xaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê bibin da ku "aramî û ewlehiyê" têk bibin.

Lê hemû partiyên endamên Hevpeymaniya Kurdistanî red dikin ku wan heta niha serweriya xaka Herêma Kurdistanê bin pê kiribe û ji sînoran derbas bûbin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin