Avestayê pirtûka “Rêya Jîyanê, Binemala Qasimlo”yî weşandîye

Avestayê pirtûka “Rêya Jîyanê, Binemala Qasimlo”yî weşandîye

Avestayê pirtûka Hesen Şetevî ya bi navê “Rêya Jîyanê, Binemala Qasimlo: Re û Rîşe, Liq û Şaxên Wê” çap kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Avestayê pirtûka Hesen Şetevî ya bi navê “Rêya Jîyanê, Binemala Qasimlo: Re û Rîşe, Liq û Şaxên Wê” çap kirîye.

Kendal Nezan di pêşekîya kitêbê de wiha nivîsandîye:

“Dr. Hesen Șetevî kesayetîyeke kurd a welatparêz û rengîn e. Di warê xwe yê xebatê de cerrahekî naskirî û serketî ye. Li Elmanyayê çalakîyên wî yên ji bo doza kurdî jî di xortanîya wî de, di salên xwendekarîyê de dest pê kirine û bi dirêjahîya 60 salên dawîn bi awa û cureyên cihê dom kirine. Jîyana wî bi xwe dikare bibe romaneke balkêş. Ew li bajarê Ûrmîyê, paytexta Sarim Xanê Mukrî yê navdar, di malbata navdar a Qasimloyan hatîye dinyayê.

“Pirtûka Dr. Șetevî bersiva valahîyeke gelek girîng dide: Dr. Qasimlo li ku, di binemaleke çawa de mezin bû? Rê û resm, orf û adetên vê malbatê çi bûn, yên bajarê Ûrmîyê çi bûn, peywendîyên wan bi eşîretên Kurdan re, bi welatparêzên kurd ên din re, bi qewmên cîranên wan, ango azerî, aşûrî, ermenî û eceman re çi bûn? Bi kurtî, kesayetîya wî, berhema edebeke malbatî û çandeke herêmî ya çawa bû?

Agahdarîyên Dr. Șetevî, yên ji destê yekem li ser binemal û salên zarotî û xortanîya Dr. Qasimlo gelek hêja û girîng in. Em bi saya wan çêtir tê dighên ku kesayetîya xweşsohbet, nuktedan, devliken a Dr. Qasimlo, pirzimanîya wî, kûrahîyên nasîna wî ya jîyana gundîtî ya kurdî ya peywendîyên eşîretî, evîna wî ya ji bo helbest, stran û goranîyan, ji bo qise û sedayên xweş, ji bo jîyanê û ji bo jinan çawa, di nav çi kultureke malbatî û civakî de dirust bûne.

Pirtûk mîkro-dîrok e, lê cureyeke şecerename ye jî, ya tayfeya Qasimlo ku bi sedan ciwanên xwenda pêşkêşî civakê kirine. Pirtûka Dr. Șetevî kaneke agahdarîyên kêmnas e, li ser herêma Ûrmîyê, li ser jîyana civakî ya vê herêmê, li ser “saga”ya binemala Mihemed Axayê Qasimlo, gencîneyeke ji bo lêkolînerên dîroka nêzîk a Kurdistana Rojhilat.”

 

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin