Amerîka: Em amade ne piştgiriyê bidin parastina Kormorê

Amerîka: Em amade ne piştgiriyê bidin parastina Kormorê

.

A+A-

Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir û ragihand ku ew amade ne ji bo parastina binesaziyê piştgiriyê bidin.

Amerîkayê diyar kir ku armanca van êrişan ew e ku "veberhênanên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê bikin hedef."

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê derbarê êrişa ku doh şev li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê li Qada Gazê ya Kormorê pêk hat daxuyaniyek belav kir.

Balyozxaneyê êriş wekî "êrişeke terorîstî" bi nav kir û xwest ku kiryarên wê werin sizadan.

"Dixwazin veberhênanên Amerîkayê bikin hedef"

Di daxuyaniya Balyozxaneyê de hat gotin:

"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êrişa terorîstî ya li ser Qada Gazê ya Kormorê ya li Silêmaniyê bi tundî şermezar dike.

Em tevlî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevkarên din ên Îraqî dibin û bangî Hikûmeta Îraqê dikin ku gavên lezgîn bavêje da ku kiryarên vê êrişa terorîstî werin sizadan.

Ev êriş hewldana dawî ya aktorên xerab e ku dixwazin aramiya Îraqê têk bibin û veberhênanên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistana Îraqê bikin hedef."

"Em amade ne piştgiriyê bidin"

Balyozxaneyê di berdewamiya daxuyaniyê de bersiva daxwazên parastinê da û got:

"Em amade ne ku piştgiriyê bidin hewlên parastina vê binesaziya krîtîk û em dê tekezîkirina li ser girîngiya serweriya Îraqê ya li hemberî hewldanên têkbirina wê û kontrolkirina hemû çekan, bi taybetî dron û mûşekan bidomînin."

Mesrûr Barzanî sîstema parastinê xwestibû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî êrişê daxuyaniyek dabû û daxwaza sîstema parastinê kiribû.

Mesrûr Barzanî gotibû, “Ez ji hevparên me yên Amerîkî û navneteweyî dixwazim ku ji bo parastina binesaziya me ya medenî kel û pelên parastinê yên pêwîst dabîn bikin.”

Çi bûbû?

Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Kêlgeha Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin.

Di encama êrişê de agir bi depoyeke mezin a qadê ket.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin