Almanya, Daxwaza Amerîka ya di derbarî Sûriyê de Red Dike

Almanya, Daxwaza Amerîka ya di derbarî Sûriyê de Red Dike

Li gorî daxwaza Amerîka, dê Almanya hêzên zêde neşîne Sûriyê.

A+A-

Roja Duşemê Berdevkê hikûmeta Almanya Steffen Seibert di dayunaiyekê de ragihand ku li gur daxwaza Amerîka, dê Almanya hêzên zêde neşîne Sûriyê bo şerê li dij DAIŞê, Seibert got"dema ez dibêjim beşdariya Almanya di çarçova hevpeymaniya nêvnetewî de ya şerê li dij-DAIŞê ku niha didome, ev tê wateya ku şandina leşkeran ti neye".

James Jeffery, nûnerê taybet yê Amerîka bo Sûriyê doh Yekşemê got bû mediya Almanî di nav de rojnama Die Welt, Washington ji hikûmeta Berlin dixwaze leşkeran bişîne bakurê Sûriyê.
Jefferey ku ji bo axiftina li ser Sûriyê serdana Almanya kir bû li bendê bû encamekê di vê mehê de bistîne.
Beşdariya Almanya di şerê li dij DAIŞê de li Sûriyê, dê heta 31 meha Çirîyê bidawî bibe, dema ku bixwaze wê demê dirêj bike pêwîstî bi razîbûna Parlamenê heye.


Amerîka li Sûriyê du armanc hene, ya yekê piştevanîkirina Kurdane yên ji aliyê Amerîka ve tên piştevanî kirin û DAIŞ ji bakurê Sûriyê derxistine, lê bi şêweke eşkere Tirkiye gefan li wan dike, armanca din rêgirtina li hember vegerîna DAIŞê li wî welatîye yê ku şeran jihev parçe kirî.


Şêwirmenda Almanya Angela Merkel û partiya hevpara hikûmetê SPD, partiya Keskan, partiya Demokratên Lîberal û partiya Çep "Die Linke", daxwaza Amerîka ya hinartina leşkeran bo bakurê Sûriyê red dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin