AA: YPGê êrîşî ASAyê kir

AA: YPGê êrîşî ASAyê kir

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê, îro Duşemî 24ê Hezîranê şervanên yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Tel Malid a li başûrê Marihê ku girêdayî Ezazê ye, êrîşî çekdarên ser bi mixalîf ên Sûriyê yên bi navê Artêşa Sûriyeya Azad kirine.

A+A-

Li gor heman nûçeyê, piştî ku şervanên YPGê êrîş kirin, çekdarên mixalîf jî bersiv dan û  demeke kurt di navbera herdû  aliyan de şer berdewam bû.
 
Anadoluyê ragihandiye, di encama şer de çekdarekî mixalîf ê Sûriyê hatiye kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûne.
 
Li gor agahiyan, çekdarên mixalîf piştî vê êrîşê, ketine tevgerê û tedbîrên xwe yên ewlehiyê zêdetir kirine.

 YPG hê jî di derbarê vê êrîşê de tu daxuyanî nedaye..
 
Piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên mixalîf  yê Sûriyê ve, tekane cihê ku hêj YPG li vê derê maye, herêma Şehbayê û 12 gundên bajarokê Şêrawa ya Efrînê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin