DESTÛRDANA XORTAN JİBO ÇÛYÎNA GEŞTA SERSALÊ DAXWAZA WAN A BAZARA RİNDÎ Û CEMALÊ
Siddik Bozarslan
Qendîla (roj) ku ronayî belav dike, ya dêra şîn (asîman) dema ronayî da Baca Berxê (Birca Bexê) û ew kir rengîn
Sersal ku ji nû ve hat sazkirin û ket kar Mîr destûr da xortên nûgîhayî ku tê da bibin beşdar
Destûr ku derket jibo wan xizmetkaran rabûn hemî pêkve ew jî, wek evîndaran
Çûn raberîya mezatê gişt bi hev ra Evîndarên daxwazan û miradan bûn lewra
Lê belê, digel wan neçûn Memê û Tacdîn Wan xwe xemiland bi xemleka keçîn
Yanî dema ku bû rojveger ew her du bira, cilguhartî derketin der
Wergirtin hin cilên bi avzêrê nexşkirî, û hevrîşmîn Li serên xwe pêçan çend desmalên sor û temezîyên rengîn
Bisk û temorî wek moran kiribûn xelek li her alî Perçemên xwe jî kiribûn zulf û gulî
Wan ji ber vê yekê guhertibûn cilên xwe ku nebînin çu zehmetek li ser milên xwe
Wergirtibûn cilên keçan ên dilbiranî (wek dilbiran) dimeşîyan û diçûn bi kîbarî û sergiranî (1)
Kurtedîroka Koka Însên û Çêbûna Zimên
Berîya ku ez behsa zimanê kurdî bikim, pêwistî (hewcedarî) pê heye ku ez bi kurtayî û bi xetên qelind li ser tevayîya çêbûna zimên û qerekterê wê rawestim. Ji ber ku di dîroka civatan da zimên, cîyekî gelek girîng distîne. Mirov, fikr û ramanên xwe, hîsên xwe bi wesîta (saya) wêjeyan (gotinan) didin zanîn. Di nav mirovan da zimên, dibe wesîte da ku mirov bikaribin têkilî bi hev ra daynin û dan û standinên xwe pêk bînin û dewrê nifşên nû bikin.
”Li gora lêkolînên aliman ku di sedsala 19an da çêkirine, di tebeqeyên gelek kûr ên erdê da bi navê ”maymûnên ku di daran da dijîyan” ango bi navekî dî ”diryopitek”, hûrmayîyên maymûnên ku gelek bipêşketine, hatine dîtin. Piştî dîtina wan heyîyan û analizkirina tekamula (evrima) heywanan ya sedsalan, pisporê xwezayê yê mezin ê ingliz Charles Darwin û alimên dî yên li ser şopa wî xebitîn; tespît bû ku xismatîya / eqrubatîya biyolojik di navbera însên û lawiran da heye û însên ji cureyek maymûn çêbûye ku ew pêşketî bûye û nuha dawî li koka wan hatîye. Ev tespît li gora bingehê çarçoveya anatomiyê, embriyolojîyê û paleontolojiyê, gruba mejîyê pêşketî û xwînî û skeleta hestîyên însên û yên maymûnên
însanî yên hevdemê (anthropoides) hatîye qebûlkirin. Tespîtên îlmî yên ku paşê bi pêşketine, teoriya materyalist bi awayeke xweşik raxistîye meydanê.”
”Qasî 30 milyon sal berê, maymûnên ku ji wan ra parapitek dihat gotin, di daristanên herêmên tropikal da jîyane. Van maymûnan, di alîyek da bapîrên maymûnên ku îro ji wan ra şebek (gibbons) û orangutan tê gotin, di alîyek da jî bapîrên cureyek maymûn bûne ku ji wan ra jî driyopitek hatîye gotin. Diryopitekîyan jî bûn bapîrên giştî yên şempanze û gorilan ku di serdema nûjen da bapîrên însên tên qebûlkirin. Gelek bermayîyên kevirî ku paşê hatine dîtin, ew nîşan didin ku di nava gloverîya kaînatê da hene, ew bûne nîşaneyên maymûnên însanî ku ji wê merhaleyê tekamulê merhaleya însên kirine. Van bermayîyan li Ewrupa, li Asya (Hindistan û bi taybetî li Gurcistanê), li Başurê Afrika hatine tespîtkirin.
”Analizkirina hestîyên ku ji bermayîyên van maymûnan mane û şertên xwezayîyê ku jibo jîyana wan hatîye taxlîlkirin / analîzkirin, îmkan çêkir ku bapîrên însanên esrî ku merhaleyên tekamulê wan derxist meydanê. Antropoidîyên mezin yên çar-pênceyî, hilkişayîya ser daran, pirî caran bi dîkayî radsiwestîyan, rewşeke kêrhatî çêdikir; her weha dest û milên wan diketin nav hereketên girtinê û hêdî hêdî dihatin guhartinê. Paşê li cîyên ku daristan hindik bûn, celebên maymûnên ku dişibîyan însên, ji ser daran hatin xwarê û neçar man ku li erdê dest bi jîyanê kirin. Hînbûna wan ya li ser pîyên xwe rawestin, ji wan ra bû fersend ku rêçûna li ser pîyan hîn bibin û bi destên xwe jî nêçîra xwe bigrin, xwarin peyda bikin, kom bikin û jibo lêdanê îmkan çêbû ku ew di nav hewildanê da bin.
”Her weha, bermayîyên maymûnên kevirî ku li Başurê Afrikayê hatine dîtin, di wê demê da jîyane. Bi giştî ew li strîgehan / çilokokan (çalilik) û li stepên / boranên (bozkir) darayî hatine dîtin. Çêbûna hestîyên wan, bi taybetî uzuvên / endamên wan yên jêr (yanî pîyên wan) ku xwe li ser radiwestînin û li ser du pîyan dimeşin, daye nîşandan. Xususîyeta mezin jibo endamên wan yên jor, yanî destên wan, ji piranîya maymûnên mirovî yên dema me, ferqîyeta tilîya serane û yên din cudayîyek nîşan dide ku navbera tilîya sereke û yên dî zêdetir e.. Ev, dide nîşandan ku hereketên ku maymûnên hevdemî nikaribûn nîşan bidin jibo girtinê, wan nîşan didan. Xususîyeteke dî yê biyolojik, çêbûna tasika serî ye ku li gora meşandina bedenê ye. Paşê ev rewş, hêsayî daye ku valayîya tasika serî û mejî, bi awayeke leztir bi pêşkevin.
”Îro tê qebûlkirin ku di warê biyolojik da bapîrên însên, 1.500.000 sal (milyonek û nîv) ber bi paşve dihere ku rastê dawîya Serdema Sêyemîn tê ku li gora qanûnên xwezayî yên alema heywanan hatîye afirandin. Ew di ”nîvheyva bikêrhatî” da jîyaye ku li herêmên Afrika, Başurê Ewrupa, Başurê Asya, Başurê Rojavayê Asya dirêj bûye. Wek tê xuyakirin, di nava vê erdnîgarîya ku ji bapîrên însên ra xwedantîyê kirîye, herêmên Avustralya û Bakurê Asya û Ewrupa ne di nav da ne. Ji ber ku ew demên tên bahskirin; li Bakurê Asya û Ewrupayê rastê wan bermayîyên maymûnên kevirî nehatine û her weha berîya wê serdemê jî Avustralya ji erdên mebesta gotinê ne, hatîye veqetandin. Lewra van sê herêman jibo despêka jîyana bermayîyên bapîrên însên nayên. Lê berewajê wê herêma Transkafkasya jî bûye derguşana bapîrên însên ku li wir jî bermayîyên hestîyên kevirî hatine dîtin.
”Jibo mirov bikaribe şola koka însên raxîne meydanê, divê tenê di nav sînorê tekamula biyolojik da neyê rawestandin. Ev tekamula biyolojik bi tena serê xwe, bapîrê-heywanî, bi awayeke herî kevnar be jî, tiştê pêşveçûna însanîyê- pêşî bide xuyakirin jibo encamê, ne bes e. Tiştê ku mohra xwe li tekamula alema heywên xistîye ku bûye sedemê afirandina însên, aletên çêkirinê ne ku bi destên însên hatine vucudê ku di vê tespîtê da mirovatî, deyndarê Friedrich Engels e. Li gora F. Engels, tiştê esasî ku însên ji alema heywanan cîyê kirîye; ew
aletên çêkirinê ne ku însên bi destên xwe çêkirîye ku ew bûne sedem ku însên bikevin nav xebatên civatî, yanî digel hev kar bikin û bibin afirandoxên gelek tiştan ku bi dest xistine.
Ev rola ku însên di nav hewildanên xebatê da anîne şûnê, ji nişka ve û di carek da nehatine meydanê. Însên di nava pêvajoyeke gelek dirêj da û bi saya serê pî, dest û mejîyê xwe yê ku civata me timî bi pêş diket û di nav lihevhatinek da bûn; ew ji alîyek ve mecbûr bûn xwe li dijî heywanên bi xeter biparêzin, lê di alîyê dî da jî dîsa mecbûr bûn ku nêçîrvanîyê jî hîn bibin û hin heywanên biçûk ku bi dest bixin, di nav xebateke piralî da bûne. Wek kevir, hestî, dar û wd. hemî cureyên çêkirinê bi dest xistine û bi karanîne û zanebûna xwe pêşta birine. Wek mîsal, jibo kûsîyek bikujin û jê fêdeya xwarinê bibînin, bi keviran qalikên kûsîyan şikandine. Bi xerckirina keda însên ku aletên çêkirinê bi dest xistine, wan ji celebên heywanan veqetandine. Heywan bi tevayî, tiştên ku di kaînatê da hebûne, xwarine û wd. (2)
1.Mem û Zîn, kurdîya xwerû: M. Emîn Bozarslan
2. Zubritski, Mitropolski, Kerov - İlkel Topluluk, Köleci Toplum, Feodal Toplum, Sol Yay. 1980, Ankara, s. 11-14, tirkîya wê: Sevim Belli.

