Îranê dest bi êrişeke nû kir û li Îsraîlê alarm heye

Îranê dest bi êrişeke nû kir û li Îsraîlê alarm heye

.

A+A-

 Ji ber mûşekên ku ji Îranê ve hatin avêtin, li navend û başûrê Îsraîlê li gelek bajaran dengê sîrenan bilind bû.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan destnîşan kiriye mûşek ji Îranê hatine avêtin û pergalên parastina asmanî hewl didin mûşekên Îranê biteqînin.

Dengê sîrenan li gelek bajarên başûr û navenda Îsraîlê, li Qudisa Rojhilat û Şerîeya Rojava hat bihîstin.

Dema ku pergalên parastina asmanî mûşekên Îranê li asmanan diteqandin, li asman dengê teqînên mezin hat.

Sedema êrişê û tolhildan

Artêşa Îsraîlê êrişî herêma Dahiyayê ya Beyrûta paytexta Libnanê kiribû. Berpirsên Îranê li ser vê êrişa Îsraîlê bertek nîşan da û ragihand ku ew dê bersivê bidin.

Sê pêlên mûşekan

Bi şev sê pêlên mûşekan ji Îranê ve hatin avêtin û li gelek bajarên bakurê Îsraîlê dengê sîrenan hat.

Hat ragihandin ku nêzîkî 10 mûşekan ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.

Artêşa Îsraîlê jî eşkere kir ku wan êrişî navend û rojavayê Îranê kiriye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin