Geştên asmanî li Firokexaneya Hewlêrê asayî bûn

Geştên asmanî li Firokexaneya Hewlêrê asayî bûn

.

A+A-

 Piştî girtina asmanê Iraqê ji ber rageşiya leşkerî ya li navçeyê, geştên esmanî li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û hemû firokexaneyên din ên Iraqê careke din dest pê kirin.

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro 8ê Hezîrana 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, li ser bingeha rênîşandanên nû yên Desthilata Firokevaniya Iraqê, wan îro, piştî nîvro, geştên asmanî asayî kirine.

Ehmed Hoşyar da zanîn, ji saet 12:00ê şeva borî heta îro, ji ber sedemên ewlehiyê hejmareke mezin a geştên firokexaneyê hatibûn hilweşandin. Hoşyar got: "Em niha mijûlî berhevkirina datayên derbarê geştên hatine hilweşandin de ne."

Asmanê Iraqê vebû

Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, asmanê welat ji bo hemû geştên asmanî li hemû firokexaneyan hatiye vekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevgera firokeyan li gorî pîvanên teknîkî û ewlehiyê dest pê kiriye.

Desthilatê tekez kir, ew bi hevahengiya ligel aliyên peywendîdar berdewam in di şopandina rewşê de daku asta herî bilind a silametiya geştan biparêzin. Herwiha hat gotin ku di egera her guherînekê de, dê kompanyayên firokevanî û geştyar bi rêya kanalên fermî werin agahdarkirin.

Ev biryara vekirina asmanê Iraqê di demekê de ye, duh biryar hatibû dayîn ku asmanê welat ji êvara 7ê Hezîranê heta 10ê Hezîranê ji bo 72 saetan were girtin. Lê belê, bi aramkirina rewşa ewlehiyê ya navçeyê re, ev qedexe zûtir hat rakirin û geşt vegeriyan rewşa xwe ya asayî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin